Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP: Dadgehê siyaseta demokratîk ceza kir

Hevserokên HDP’ê der barê cezayên li Gultan Kişanak û Sebahat Tuncel hatin birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara hatiye dayîn li dijî hemû derdorên demokratîk gefek e û yên ku ev biryar dan dê weke rûreşan bên bibîranîn

Hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, têkildarî cezayên giran ên li hevseroka giştî  ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel û hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak hatine birîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku cezayên li Tuncel û Kişanak hatine birîn, berdewamiya Darbeya 2’yê Adarê ye.

Hevserokên HDP’ê destnîşan kirin ku di darizandina Tuncel û Kişanak de gelek bêhiqûqî û nelirêtî hene û ev tişt parve kirin: “Biryar ne hiqûqî ye. Siyasî ye û bi fermana qesrê ev biryar  hatiye dayîn. Ji bo vê jî ev biryar li cem me, di wijdanan de tu hikmê xwe nîne. Dadgeha ku di bin nîrê desthilatê de ye, bi vê biryarê di şexsê Tuncel û Kişanak de siyaseta demokratîk ceza kiriye.”

‘Gefa li dijî muxalefeta demokratîk e’

Di berdewama daxuyaniyê de jî hat gotin ku ev hişmendî berdewama înkara bi sedan salan a li ser kurdan e û wiha dom kir: “Ev dê tenê bi  kurdan re sînordar nîne, gefa li dijî hemû hêzên demokrasiyê, kesên ku cuda difkirin û hemû muxalefeta demokratîk e. Çawa ku êrîşên cemeatê yên li dijî siyaseta kurdan û gel, bi kurdan sînordar nema û veguherî darbeyê, AKP jî bi darbeya 20’ê tîrmehê ya Rewşa Awarte re herkes kiriye hedef.”

‘Dê weke rûreşan bên bibîranîn’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ev biryara ku beriya hilbijartina 31’ê adarê pêk hat, endezyariyeke siyasî ye. Ev desthilat her ku ceza dike, em weke mînaka ku Selahattîn Demîrtaş ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê hatiye nîşandan, mezintir dibin. Ên ku ev biryar dan, weke yên ku duh li zindana Amedê îşkence li Kişanak kirin û weke mîmarên darbeya 2’yê adara 1994’an, dê bi rûyekî reş werin bibîranîn.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar