HDP dê bi beşdariya hevserokên xwe Pervîn Buldan û Sezaî Temellî di 24’ê çileyê de li Amedê bi civîna danasînê namzetên hevşaredariyê aşkera bike
Partiyên siyasî danasîna namzetên şaredariyan ên hilbijartina rêvberiyên herêmî ya 31’ê adarê ya dê pêk were didomînin. Raya giştî jî bi meraqeke mezin li benda namzetên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e.
HDP dê lîsteya namzetên hevşaradariyê di 24’ê çileyê de li Amedê bi civîna danasînê namzetên xwe aşkera bike. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê beşdarî civînê bibin. Wê namzetên hemû şaredariyên mezin, bajar, navçe û bajarokan bên aşkerakirin. Civîn dê li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya li navçeya Peyasa Amedê bê lidarxistin. AMED