HDP’yî li navenda xwe ya giştî bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî civiyan. Di civînê de mijarê weke destûra bingehîn a demokratîk, talankirina xwezayê, binpêkirinên li girtîgehan, seferberiya xwebirêxistinkirinê û gelek mijarên din hatin nîqaşkirin
Rêveberiya Desteya Navendî û Meclisa Partiyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî civiya. Di civînê de gelek mijar hatin nîqaşkirin. Her wiha biryara xebata ‘Destûra bingehîn a demokratîk’ jî hate nîqaşkirin. Seferberiya xwebirêxistinkirinê, destûra bingehîn a demokratîk, talankirina darên li ODTU’yê, talankirina li Heskîfê û pirsgirêkên li girtîgehan weke mijarên sereke yên civînê ku li ser nîqaşên dirêj hatin kirin.
Hat zanîn ku xebatên destûra bingehîn a demokratîk dê bi pêşengiya parlamenter Mîthat Sîncar û koma ku hatiye avakirin ve bên meşandin. Ji komê hate xwestin ku di vê mijarê de lez bidin xebatên xwe. Di çarçoveya xebatên ‘Destûra bingehîn a demokratîk’ de dê kom bi rêxistinên civakî yên sivîl, komên baweriyan û neteweyan, rêxistinên jinan û gelek aliyên din re hevdîtinan bikin. Bi vê yekê re tê xwestin ku hemû nêrînên cuda yên civakê jî tev li vê xebatê bên kirin.
Plansaziya têkoşînê tê diyarkirin
Yek ji mijarên bingehîn ku di rojeva HDP’ê de ye jî talankirina xwezayê ye. Li ser vê mijarê nîqaşên berfireh hatin kirin. Li ser mînaka Heskîfê, talankirina her deverekê dîrokî û xwezayê yek bi yek hatin nîqaşkirin. Bi van nîqaşan re HDP dixwaze li dijî talanê helwesta xwe zelal bike û pêvajoyeke têkoşînê bide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate dayîn ku li dijî talankirina xwezayê, bisekinin. Weke xebata destpêkê jî dê ji bo sekinandina talankirina Heskîfê bikevin nava liv û tevgerê. Li gorî plansaziyê, ji bo ku Heskîf di bin avê de nemîne dê parlamenterên HDP’ê di 13’ê tîrmehê de li Heskîfê kom bibin.
Ji bo girtîgehan seferberî tê ragihandin
Di civînê de mijara pakêta darazê ya nû jî hate nîqaşkirin. HDP’iyan zext, tundî, îşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan jî di civîna xwe de nîqaş kirin. Ji bo têkoşîna li dijî van binpêkirinan jî biryar hate dayîn. HDP dê di vê çarçoveyê de ji bo ku pirsgirêkên li girtîgehan bêhtir rojevî bibin, dê piştgiriyê bide saziyên mafên mirovan û înîsiyatîfên girtîgehan. Di vê mijarê de biryar hate dayîn ku seferberî bê ragihandin.
Seferberiya birêxistinbûyînê
Yek ji mijarên sereke ya civînê jî ‘Seferberiya xwebirêxistinkirinê’ bû. Her wiha mijarên weke civînên nû yên herêman, komxebat û xebata perwerdehiyê jî ji çend mijarên di civînê de bi berfirehî hatin nîqaşkirin bûn. ENQERE