Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP: ‘Em ê darazê ji vê rewşa şermê rizgar bikin’

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan bal kişan ser doza Kobanê û ev tişt bi lêv kir: “Desthilata akp-mhp’ê daraz xistiye bin lingan û tu rûmet pê re nehiştiye. Piştî hilbijartinan em ê darazê ji rewşa şermê rizgar bikin.”

Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, parlamenterên berê û endamên MYK’ê yên berê jê tên darizandin doh dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê de pêşkeş kir. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî mutalaya derbarê dozê de ku hat pêşkeşkirin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevberdevka Komîsyonê Nûray Ozdogan di daxuyaniyê de axivî û biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter û rêveberên HDP’ê de daye û biryara darizandina wan siyasî daye bi bîr xist.

Ozdogan anî ziman ku DMME’yê îtîraza hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî biryara xwe red kir û got: “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me carek din doh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.”

‘Dadgeh jî bû terefê hilbijartinan’

Ozdogan destnîşan kir ku ew biryarên demkî yên dadgehê û mutalaya dozgeriyê pêşkeş kiriye terefiya xwe ya hilbijartinên 2023’yan aşkere kiriye û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê cihê xemgîniyê ye. Heyeta dadgehê di vê heyamê de hemû pêvajoyên darazê rawestand. Tekane motîvasyona kurtkirina pêvajoya ber bi cezakirinê bû. Bi zelalî diyar kir ku ew ê biryarên erênî yên weke biryarên ne dozgeriyê jî weke delîlên di dosyayê de bihesibînin. Hiqûq mafên bingehîn ên mirov in. Hiqûq ji bo mirovan e. Dema ku ev bên binpêkirin, cihê şermê xwe dide nîşandan.”

‘Desthilatdariya AKP-MHP’ê siberoja xwe bi dozên komployê-kompasê ve girê daye’

Ozdogan diyar kir ku îktidar û şirîkê xwe ku zextan li dadgehan dikin û ev yek jî xwe di dozan de didin nîşandan û wiha got: “Em bawer dikin ku endamên darazê dê di qonaxekê de pîşe û rûmeta xwe wekî dadgeriyê bi bîr bînin. Em jî soz didin ku piştî 14’ê Gulana 2023’yan em ê rayedarên darazê ji vê tabloya şermê ya ku ketine derxin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê siberoja xwe bi dozên komployê-kompasê yên li dijî partiya me, wekîlên me, endamên me ve girê daye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar