Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP: Em ji bo alîkariya bi Rojhilat re amade ne

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî der barê karesata li rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek da û da zanîn ku karesatê rê li ber birînên kûr vekiriye. Hevserokan destnîşan kir ku ew weke HDP’ê amade ne ku alîkariyê bidin

Ji 21’ê adarê ve li rojhilatê Kurdistanê û Îranê baraneke zêde dibare. Ji ber barîna barana zêde, li gelek bajar û gundan lehî rabûn û rê li ber karesatên mezin vekir. Di encama lehiyan de heta niha bi qasî ku hatiye zelalkirin zêdetirî 200 welatiyan jiyana xwe ji dest da, bi sedan avahî hilweşiyan, bi sedan pir rûxiyan, bi sedan rêyên sereke qut bûne. Têkildarî mijarê hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hevserokan anî ziman ku ew bi gelê rojhilatê Kurdistanê re ne û wiha domand: “Li Eyaleta Loristanê ya rojhilatê Kurdistanê ji ber lehiyê tê diyarkirin ku herî kêm 70 welatiyan jiyana xwe ji dest daye û 768 kes jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, gelek gund û bajar di bin avê de mane.”

Karesata mezin

Daxuyaniya hevserokan wiha bi dawî bû: “Vê karesata lehiyê rê li ber trajediyên mezin vekir. Li gelek gundan ava vexwarinê nîne û nexweşî zêde bûne. Ji ber vê jî divê ji bo herêmê bernameyeke alîkariya mirovî ya navneteweyî were destpêkirin. Em weke HDP’ê diyar dikin ku ji bo pêçandina birînên ji ber lehiyê vebûn, em ji alîkariyê re amade ne. Em bang li saziyên navneteweyî dikin ku em ji alîkarî û hevkariyê re amade ne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar