Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HDP êrîşa li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir

HDP'ê êrîşa dewleta tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî, Bexda û Hewlêrê kir ku helwesteke zelal nîşan bidin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) der barê êrîşa li ser balefirgeha Silêmaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev tişt got: “Êrîşên sîstematîk ên li ser xaka hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û cihên sivîlan, ji bo hemû herêmê rewşeke xeternak derxistiye holê. Êrîşa ku êvara 7’ê nîsanê bi balafirê keşfê yê bombebarkirî li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ku ji 3’ê Nîsana 2023’yan ve qada hewayî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin, pêk hat, asta metirsiyê zêde kiriye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her çendî di vê êrîşa li ser balafirgeha ku her sal ji aliyê milyonan sivîl tê bikaranîn de tu windahiyên canî çênebûn raya giştî rehet kiribe jî, lê girîng e hemû raya giştî û bi taybet gelê Silêmaniyê hêzên li pişt vê êrîşê aşkere bikin.

Di encama êrîşên bi vî rengî yên berê de hejmareke mezin ji sivîlan hatibûn kuştin û ji ber encama lêkolînê nehatin aşkerekirin, rê li ber van êrîşên nû vedike. Aşkere ye ku hêzên li pişt êrîşa ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê dixwazin bi girtina Herêma Federal a Kurdistanê di nav xeleka tundûtûjiyê de, ji hawîrdora nakokiyan sûd werbigirin. Ji ber vê sedemê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê dikin ku li hemberî van êrîşên ku rasterast sivîlan dikin hedef, helwesteke zelal nîşan bidin û pêvajoya aşkerekirina kiryaran bi awayekî zelal bimeşînin. Ger wiha nebe, ev êrîş wê hem tevahiya Iraqê hem jî başûrê Kurdistanê bi awayekî sîstematîk veguherînin navenda nakokiyan. Bi vê minasebetê em serxweşiyên xwe pêşkêşî xelkê Silêmaniyê dikin û dixwazin bizanin ku li hember van êrîşên tarî em li gel wan in.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar