Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HDP: Helwesta me û ya birêz Ocalan hemane

Hevserokên HDP’ê piştî daxuyaniya Ocalan, bi daxuyaniyeke nivîskî nirxandinên girîng kirin. HDP’ê diyar kir ku daxuyaniya Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP dike, li hev dikin. HDP’ê diyar kir ku helwesta wan a taktîk û stratejîk a ji bo hilbijartina Stenbolê neguhere

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku bi rêya parêzeran xwe bi raya giştî re parve kir, bi daxuyaniyeke nivîskî nirxandinên xwe bi raya giştî re parve kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ‘Xeta sêyemîn’ esas digirin û di navbera nêrîna wan û ya Ocalan de tu cudahî nînin.

Daxuyaniya hevserokên HDP’ê wiha ye:

“HDP sembola siyaseta demokratîk û muzakereyên demokratîk e. Daxuyaniyên birêz Ocalan ên têkildarî HDP’ê, di ser hesapên siyasî yên rojane yên partiya desthilatê û polemîkên hilbijartinê re ne û xwedî wate û giranbûneke dîrokî ne.

HDP bi giştî li ser çanda lihevkirina demokratîk, veguherandina demokratîk a civakê dide ber xwe. Ji bo hevalbendiya demokratîk, ji bo serkeftina têkoşîna demokrasî û aştiyê hewl dide. Ji ber van sedeman jî em daxuyaniyên  birêz Ocalan ên bi heman çarçoweyê ji bo serkeftina demokrasî û aştiyê, pir jiyanî û girîng dibînin. Em bendewar in ku desthilat û muxalefet, hemû derdorên civakî jî, li ser çareseriya arîşeyan bi vê nêzîkatiyê demokratîk bin.

Birêz Ocalan ji ber şert û mercên giran ên girtîgeha Îmraliyê, pir bi sînor dikare nêrînên xwe parve bike. Birêz Ocalan hê jî di nava şert û mercên tecrîdê yên giran de ye. Hewldanên ku gotinên Ocalan ên li gorî vebihêrka dîrokî de hatine kirin di çarçoveya alîgir-bêalîbûn, biniyet-bêniyet û di çarçoveya hesab û polemîkên hilbijartinê yên rojane dinirxînin, di serî de çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, her wiha bingeha çareserkirina pirsgirêkên civakî ya bi rêyên demokratîk qels dike. Ev hewldan zirarê didin têkoşîna aştiî û demokrastiyê.

HDP di têkoşîna demokrasî û aştiyê de xwedî cihekî girînge û divê neyê jibîrkirin ku HDP li ser fikrên Ocalan hatiye avakirin. Birêz Ocalan yek ji muxatabên herî girîng ên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiya civakê ye. Bi vê boneyê nêzikatiyên berjewendîperest ên rojane û derexlaqî yên li hemberî birêz Ocalan, dê dawî li têkoşîna aştî, edalet, wekhevî û azadiyê ya Tirkiyeyê bîne. Li ser bingeha hemwelatîtiyeke wekhev ji bo ku tifaqeke makeqanûnê ya demokratîk çê bibe û ji bo ku çanda lihevkirinê pêş bikeve, aliyê wî/wê çi dibe bila bibe hemû kes divê li ser bingeha hiqûq, edalet, nirxên gerdûnî û siyaseta azad helwesta xwe diyar bike.

Helwesta sersar a AA’yê ku mîna ajansa desthilatê dixebite, ji bo ku mirov bibîne ku sincê çapemeniyê çawa tê binpêkirin, mînakeke bi îbret e. Helwesta AA’yê çespandina pênebaweriya li hiqûqa Imraliyê û binpêkirina wê ye. Metneke bi berpirsyariya dozgeriyê û rêveberiyê, hê negihayî muxatabên xwe, dayina nav destê AA’yê, çespandina derhiqûqî û dersinciya 20 salan e. Raya giştî ya demokratîk divê dêhn û bala xwe bide ser vê rewşa kêfî. Hewldana serokê giştî yê AKP’ê û serokomar Erdogan a di ser metneke wiha re ku bi rengekî derî sinc hatiye parvekirin, a bi mebesta ku partiya me û birêz Ocalan bîne pêşberî hev, nîşan dide bê ka çendî bi refterên pragmatîst e û çendî bêgav maye.

Weke ku birêz Ocalan di Stratejiya Rêya Sêyan de, ya ku wî hilberandiye, û di bangê de diyar kirî, HDP di siyaseta dubendî de, ya di navbeyna Hevalbendiya Cumhur û Hevalbendiya Milet de ne alî ye. Mirov nikare ji nedîtî ve were zimanekî navtêdar û dubendiyê çêdike û her tiştî bi ‘reş-spî’ bi nav dike, di ser dijberiyan re tê avakirin, li gel stratejiyeke rageşiyê tê domandin, şêwazeke siyasetê ya ku bi doqikê destan tê kirin, pirsgirêka kurd jî di nav de, hemû pirsgirêk kirine rewşeke kronîk û derfetên çareseriya demokratîk ji holê rakiriye, her ku diçe derfetên jiyana hevpar tune dike. Li şûna zimanekî bi kuşpeneyî û ya xwe bi ser yê dî dixe, ku mohra xwe li pêvajoya beriya hilbijartinê dayî, li şûna siyaseteke navtêdar û dubendiyan çêdike, serwerkirina zimanekî qanîkirinê û şêwaza siyaseta demokratîk, çareserkirina arîşeyan a bi azîneya danûstandinên demokratîk, hewldana ku mirov çanda lihevkirina demokratîk geş bike, wê bie gava destpêkê ya rewşa siyasî ya nû.

Perspektîfa siyasî ya berfireh a daxuyaniya birêz Ocalan têra xwe zelal e û gotiye, ‘rêya sêyan hûn in.’ Ya ku HDP jê re ‘rêya sêyan’ dibêje, rêya demokrasî, rêya aştiyê ye. Rêyeke wiha ye ku hemû derdorên civakî li ser para demokrasiyê digihijin hev.

HDP, ji kuderê tê bila were, li dijî zilm, neheqî û zordariyê ye.  Em HDP bi stratejî û taktîkên polîtîk ku heta niha me şopandî, bi qelskirina desthilata AKP’ê, ku AKP her ku dibe xwedî hêz dibe xwedî karekterê olîgarşîk, hewl didin ku vegerînin ser nirxên demokratîk. Stratejiya me her wiha ew e ku hemû hêzên muxalîf ên civakî, di serî de li ser pirsa kurd, li bara hemû arîşeyên Tirkiyeyê bikişîne ser bihistyariya demokratîk. Ji ber vê, daxuyaniya birêz Ocalan û siyaseta ku heta niha HDP’ê kirî, li hev tên. Rêzdar Ocalan jî, HDP jî li ser şêwaza siyaseta demokratîk radiwestin û pêşniyar dike ku çareseriya arîşeyên siyasî û civakî yên Tirkiyeyê, li ser hilbijartina Stenbolê, ku geşedaneke rojane ye, neyên nirxandin.

Di stratejiya hilbijarinê û gavên taktîk a HDP’ê de, ya li ser hilbijartina Stenbolê,  ku HDP di nav du blokên dîrokî de ne alî ye û stratejiya Rêya Sêyan bi rengekî biryardar û lê rawestiyayî didomîne, tu guhertin nîn e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar