PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

HDP: Hevdîtinên li Başûr ji bo yekitiya gelê kurd gavekî girîng bû

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê duh civiya û mijarên girîng nirxandin. Li gorî vê, hevdîtinên li başûrê Kurdistanê erênî hatin nirxandin û hat gotin ku ji bo yekitiya neteweyî û çareserkirina pirsgirêka kurd gavekî girîng bû. Her wiha li dijî tayînkirina qeyûman jî biryara destpêkirina kampanyaya îmzeyan a ‘Dest nede vîna min’ hate girtin

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh di bin serokatiya hevserokê partiyê Sezaî Temellî de civiya. Rojeva bingehîn a desteyê serdana HDP’ê ya li Herêma Federal a Kurdistanê, tayînkirina qeyûman û rawestandina hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bûn.

Li gorî nûçeya MA’yê ya bi îmzeya Bêrîvan Altan, di civînê de hat ragihandin ku di serdana berfireh a Herêma Federal a Kurdistanê de der barê yekitiya neteweyî û çareseriya pirsgirêka kurd de hevdîtinên girîng hatine kirin.

Girîngiya hevdîtinên bi başûrê Kurdistanê re

Dîsa hat diyarkirin ku di hevdîtinên bi Herêma Federal a Kurdistanê re de li hemberî êrîşên li dijî deskeftiyên kurdan, li ser sekneke hevpar hatiye rawestandin û têkildarî mijarê bi hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û partî û rêxistinên siyasî yên herêmê re fikreke hevpar derketiye holê. Girîngiya berdewamkirina serdanên bi Herêma Federal a Kurdistanê re  hatiye destnîşankirin.

Kampanyaya îmzeyan

Her wiha di civînê de biryar hate girtin ku çalakiyên li dijî qeyûman bên berdewamkirin, xeta têkoşînê bê bilindkirin û çalakiyên cuda bên lidarxistin. Hat xwestin ku çalakiyên li Amed, Mêrdîn û Wanê li metropolên Tirkiyeyê bên berbelavkirin. Di civînê de biryar hate girtin ku li dijî tayînkirina qeyûman bi dirûşma ‘Dest nede vîna min’ kampanyaya îmzeyan bê destpêkirin û serlêdana sûc bê kirin.

Peyamên Ocalan

Yek ji mijarên civînê jî rawestandina hevdîtinên bi Ocalan re bûn. Di civînê de rawestandina hevdîtinan û tayînkirina qeyûman weke heman polîtîka hate nirxandin. Her wiha peyama Ocalan a; ‘Di nava hefteyekê de ez dikarim îxtîmala şer ji holê rakim. Ez ê çareser bikim. Ez bi xwe bawerim û ji çareseriyê re amade me. Lê divê aqlê dewletê jî tişta pêwîst bike’ jî hate nirxandin. Hat gotin ku tevî vê peyamê jî AKP-MHP’ê polîtîkaya şer hilbijartiye.

Bêçaretiya AKP’ê

Hat destnîşankirin ku muxatabê çareseriya pirsgirêka kurd Ocalan e û ji bo bidawîkirina tecrîdê û destpêkirina hevdîtinên aştiyê hewceyî bi têkoşînê heye. Her wiha banga Erdogan û wezîran a ji bo ku malbat biçin ber avahiya HDP’ê ya Amedê jî weke bêçaretiya hikûmetê hate nirxandin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar