Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘HDP hevkariya têkoşîna bi milyonan e’

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan di Komcivîna Meclisê ya partiya xwe de axivî û geşedanên di rojevê de nirxand.

Bûldan di axaftina xwe zêdetir bal kişand zextên li ser HDP’ê. Beşek ji axaftina Bûldan a komcivînê wiha ye:

“Ne wê kompoloyên siyasî yên îktîdarê û ne jî faşîzm dikaribe dengê HDP’ê qût bike. Nîvê me di girtîgehê de be jî dê HDP ji bo têkoşîna aştî, demokrasî, azadî û parastina nirxên gelan li ser pêya be.

Bi ‘Lêpirsîna Kobanê’ re piştevaniya ji bo HDP’ê zêde bûye û her diçe mezintir dibe. Va ye em ê bi vê piştevaniyê re ber bi serkeftinê ve bimeşin. HDP kevneşopiya dîrokî û civakî xwedî têkoşînek bi hêz e. Vê kevneşopiyê her tim xwe li ser pêya girt û hebûna xwe parast. Ji niha şûn ve jî wê xwe biparêz e. Bi taybetî dixwazin vê ya destnîşan bikim; Em tenê HDP’iyek jî bimînin em ê bibin dengê mazlûman û bibin bêhn stendina gelan. Çimkî HDP tenê ne tevgerek siyasî ye. Awayê jiyanê ku fikrên wê azadî û wekheviyê aj dide ye. Heke navek din ê jiyankirinê berxwedan be, navê berxwedanê jî HDP ye. Yên ku her roj fermana operasyonên bi ser HDP’ê de didin hêj ji me fêm nekirine. HDP wek we ne şirketek berjwendiyê û hevkarê rantê ye. HDP nasname, bawerî ye. HDP hevkariya têkoşîna bi milyonan e. Hevkariya têkoşîna her tim ji bedel dayînê re amade ye.

Komploya darazê

Bi fermana şirîkatiya komploya AKP-MHP’ê di 25’ê îlonê de li dijî partiya me operasyona komployek siyasî pêk anîn. 17 hevalên me bi komploya darazê hatin girtin. Hinceta girtina wan jî xwepêşandanên Kobanê yên 6 sal berê ne. Xwedîgiravê HDP’ê serhildanê daye destpêkirin. Bi ser bûyeran re 6 sal derbas bûye. 6 sal fikirî ne ka wê çi bikin. Biryara operasyona li dijî partiya me dane. Biryarên derew dane û hincetên pûç rêz kirine. Niha em bi bayê derewan re rû bi rû ne. Teoriya Derewên Mezin a Wezîrê Propagandaya Nazî di dewrê de ye. Li gorî vê ‘hûn derewekî hezar car bêjin, wê derew ji derewbûna xwe derkeve, wê eynî bibe rastî.’ Niha jî diyar e ku îktîdarê van gotinan ji xwe re kiriye rêber û em bi îktîdarek wiha derewkar re rû bi rû ne. Bi taybetî dixwazin vê îfade bikim; Derewkarî bûye navê îktîdarê.

Provakasyon

Îro salvegera 6’ê Cotmehê ya çalakiyên Kobanê ye. Ez ji vir hezkirin û hurmet gelê Kobanê silav dikim. DAIŞ’ê piştî qirkirina li Şengalê li dijî civaka êzidî pêk anî, di 15’ê Îlona 2015’an de li Kobanê qirkirinê da destpêkirin. Gelê Kobanê jî bi rûmetî jiyan, mal û milk û axa xwe parast. Di wê pêvajoyê de li Tirkiyeyê û li 70 welatên cîhanê xelk bi gelê Kobanê re bû û ji bo wan li ser pêya bû. Şermezarkirina DAIŞ’ê beriya 7’ê Cotmehê dest pê kiribû. Tenê daxwaziyek hebû, ew jî rawestandina komkujiyên DAIŞ’ê bû û vekirina korîdora alîkariya mirovî ya ji bo Kobanê bû. Di şermezarkirina DAIŞ’ê ya roja 7’ê Cotmehê de li Gimgimê ciwanê me Hakan Buksur ê 25 salî bû armanca guleyên polîsan û hat qetilkirin. Ew tam provokasyonek bû.

Hêzên paramîlîter û nijadperest xistin dewrê

Belê heman rojê Erdogan li Dîlokê bi hezkirinek mezin got ‘Wa Kobanê ket û dikeve.’ Ev gotin tam jî bûn sedema mezinkirina hêrsa gel. Pişt re hêzên paramîlîter û komên nijadperest bi awayek rêxistinkirî û organîzeyî daxistin kolanan. Xwînê rijandin ser bertekên demokratîk. Heke komkujiya li Gimgimê û daxuyaniyên tevdanê yên Erdogan nebûna, polîs û leşkeran çek bikar neanîna wê mirin çênebûna. Heta ku mudaxeleyên dewletê dest pê nekiribûn di xwepêşandanan de tu tundî neqewimî bû. Yên jiyana xwe ji dest dan bi piranî alîgirên partiya me bûn. Bi guleyên polîs û leşkeran hatin kuştin. Bi êrîşên komên nijadperest hatin qetilkirin. Hêj em bi êşa wan însanên xwe dijîn.

Ne HDP’ê bûyeran dest pê kiriye. Berevajî vê yekê HDP ji bo çalakiyan belav bike di nava hewldanan de bû.  Wê serdemê û piştî wê serdemê jî. Bi taybetî şandeya me di kêliya bûyeran de 48 saetan li Wezareta Karên Navxweyî bû. Serokwezîrê demê, Wezîrê Karên Navxweyî û Musteşarê Ewlehiya Cemaweriyê cahidê vê yekê ne. Piştî rawestandina bûyeran bi taybetî nûnerên hikûmetê spasiyê xwe li partiya me kirin. Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê ji şandeya HDP’ê ya muzakereyan birêve dibir re gotibû ‘Di nava hêzên ewlehiyê de hêzên nayên kontrolkirin hene.’ Ew jî bi xwe di ferqa vê yekê de bûn. Hêzên xwepêşandana guhertin û arasteyî komkujiyan kirin dewlet bi xwe bû. Lê li gel dizanin jî dixwazin ser rastiyan bigirin û em şahidya vê yekê dikin. Em dizanin derdê wan çi ye. Dixwazin berpirsiyariya kuştinan bixin stûyê HDP’ê û ev yek jî ji bilî komploya siyasî ne tiştekî din e.

Operasyon tolhildana Kobanê ye

Xwestin bidawîanîna pêvajoya çareseriyê plan bikin. Lê bi ser neketin. Ev operasyona tolhildana neketina Kobanê ye. Heke Kobanê li ber xwe neda û dinya xwedî lê derneketa, Kobanê biketa, niha DAIŞ’ê li aliyê din ê sînor dewletek ava kiribû. Wê niha ala wê ya reş cînarê Tirkiyeyê bûya. Û wê nûnertiya xwe ya mezin jî li Tirkiyeyê vekirina. Plana dagirkerî û komkujiyan hemû li ser Tirkiyeyê dê birêve bibirina û wê li vir bikirina. Tabî heke Kobanê biketa.

Operasyon li qesrê hatiye amadekirin

Heke li hinceta banga tundiyê digerin bila ewilî li provokasyona Gimgimê û gotinên ‘Kobanê ket û dikeve’ binêrin û li gorî wê biryar bidin. Ez pir aşkera dibêjim; ji mirina bi dehan însan îktîdara AKP’ê û hêzên paramîlîter ên di nava dewletê de berpirsiyar in. Dosyeya vê operasyonê bixwe li qesrê hatiye amadekirin û dozgerê vê dosyeyê Erdogan û zavayê dozger e. Erdogan dibêje ‘dozgerê me hesabî çalakiyên Kobanê dipirse.’ Li holê darazek nîne ku hesap bipirse. Hûn qala kîjan darazê dikin? Hûn qala wê daraza ku ketiye bin fermana te û şirîkên te. Dibêje berdin, berdidin. Dibêjin bigirin, digirin. Birêz Erdogan bi rastî em dixwazin li vir ji te re bêjin; ew ne daraz e, hêzên operasyona we ne. Daraza rasteqîn girêdayî hiqûq, edalet û heqîqetê ye. Ne girêdayî qesran û îktîdaran e.”

‘Dê gelê Qersê teslîm nebe’

Di axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser tayînkirina Qeyûmê Qersê û wiha got: “Dibe ku hûn şaredariyê bi awayek dij hiqûq desteser bikin. Lê belê qet hûn nikarin vîna gelê Qersê teslîm bigirin. Wê gelê Qersê qeyûmê ji dizî, talan, neheqî û bêhiqûqiyê re dibêje ‘amîn’ dê qebûl neke. Wê gelê Qersê vê dizî û bêariya we ji bîr neke. Qeyûm ewilî Meclisa Şaredariyê betal kir û hesabê kurdî jê bir. Meraq nekin dê gelê Qersê jî we paqij bike.”

 Avêtina welatiyan ji helîkopterê

Bûldan bal kişand ser avêtina ji helîkoptêrê ya Servet Tûrgût û Osman Şîban û ev tişt anî ziman: “Îşkenceya salên 90’î û JÎTEM’ê dubare dikin. Em dizanin ku hûn JÎTEM’a xwe birêxistin dikin. Li şûna Torosên Spî welatiyan ji helîkoptêrê diavêjin. Qey tu yê bêjî ev rastî nayên zanîn û dixwazin ser bûyerê bigirin. Hûn rastiyê ji kî vedişêrin. Însanetî, derew û dijminatiya we li holê ye. Rastî wek roniya rojê li holê ne.”

 Binçavkirina rojnamegeran şermezar kir

Her wiha Bûldan binçavkirina nûçegihanên Ajansa Mezopotamya yên Wanê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala şermezar kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Vê sibehê rojnamegerên ku îşkenceya helîkoptêrê aşkera kirin û piştrast kirin binçav kirine. Dixwazin tola xwe ji rojnamegeran bistînin. Ez vê operasyonê şermezar dikim. Rojnamegerên we bêhiqûqî binçav kiriye demildest berdin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar