Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HDP: Îşkenceyên giran li rojnameger Oruç hatin kirin û terkî mirinê kirin

Partiya Demokratîk a Gelan a Bazîdê bi daxuyaniyekê da zanîn ku rojnameger Azîz Oruç bi hovane hatiye îşkencekirin. HDP’ê destnîşan kir ku tevî ku hemû kes dizane Oruç rojnamegere, weke ‘terorîst’ hatiye pênasekirin. Her wiha hat gotin ku hevserokê HDP’a Bazîdê Abdullah Ekelek û endamê Meclisa Şaredariyê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglu jî bi îdiayên deraqilî hatine girtin

Di 11’ê kanûnê de hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bazîdê Abdullah Ekelek û endamê Meclisa Şaredariyê yê berê Muhammet Îkram Muftuoglû li gel rojnameger Azîz Oruç hatin binçavkirin. Piştre jî Ekelek û Muftuoglu hatin girtin û şandin girtîgehê. Lê lêpirsina rojnameger Azîz Oruç hê jî didome. HDP’a Bazîdê têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de rêveberê HDP’ê Îsmet Demîr axivî û diyar kir ku Azîz Oruç rojnamegere û wiha got: “Li gel ku pir aşkerayî tê zanîn ku Oruç rojnameger e, dîsa jî medyaya desthilatdariyê bi zanebûn wekî ‘terorîst’ pênase dike. Nêzîkatiyên li dijî mirovahiyê li rojnameger Oruç hatine kirin.”

‘Li Oruç îşkenceyên giran hatine kirin’

Di berdewamê de jî Demîr bi lêv kir ku dewleta Îranê piştî bi awayekî dijmirovî îşkence li Oruç kirin, ew avêtine derveyî sînor û wiha pê de çû: “Dewleta Îranê li pişt têlên sînor avêtin erdekî vala û terkî mirinê kirin. Oruç bi şiklekî xwe gihand parlamenter û alîkarî jê xwest. Li ser daxwaza alîkariyê wekîla me jî hevserokê HDP’ê yê Bazîdê Abdullah Ekelek ku nêzî sînor e xwestiye biçin Azîz Oruç bînin û alîkariyê bidin wî. Ekelek, çûye ew ji nêzî navçeyê bi piyên tazî ku hindik maye ji serma biqefile hilgirtiye û alîkarî daye wî. Roja din jî Azîz Oruç ji bo ku biçe mala xwe û li seyareyê siwar bibe, li gel hevserokê navçeyê Elek li ser kolanê rawestiya ne. Oruç, bi awayekî ji nişka ve rastî serdegirtinê hatine û ew li erdê dirêj kirine. Piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirin û binçav kirin.”

‘Bi îdiayên dûrî aqil hatine girtin’

Herî dawî jî Demîr ev tişt anî ziman: “Piştî Oruç, Ekelek û Muhammet Îkram Muftuoglu hatin binçavkirin, destûr nedan ku malbat û parêzerên wan bi wan re hevdîtinê bikin. Piştî Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê û medyaya hawiz nuçe serwîs kirin, li dijî partiya me kampanyaya lîncê hate destpêkirin. Ev jî parçeyeke komkujiya siyasî ye. Dozger û heyeta dadgehê jî li gorî vê nêzîkatiyê biryara girtina wan da. Hevserokê Partiya me Ekelek û Muftuoglu girtin û şandin girtîgehê. Ekelek û Muftuoglu bi îdiayên li dijî aqilan hatine girtin. Em dixwazin di zûtirin dem de Ekelek û Muftuoglu bên berdan.” AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar