Ji bo aşkerakirina belgeya helwesta li dijî qeyûman ku ev demekê dirêje ji hêla rayedarên HDP’ê ve tê amadekirin, HDP bi beşdariya hemû pêkhateyên xwe li Amedê civiya
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di encama nîqaş û nirxandinên der barê tayînkirina qeyûman de ku ev demekî dirêje didomin, belgeya xwe ya helwestê diyar kir. Hemû pêkhateyên HDP’ê ji bo ku belgeya helwestê aşkera bikin li Otela Hîlton civiyan.
Di civînê de her wiha hemû hevparên HDP’ê, komele, platform, STO, weqf, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên olî û nijadî, rêxistinên parêzeran û gelek rojnameger amade bûn.
HDP dê deklarasyona xwe ya ku di asta nexşerêya nû de ye, saet di 11.00’an de aşkera bike. Deklarasyon dê ji hêla hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ve bên ragihandin. ENQERE