Ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayê girtin. Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan û Huseyîn Kaçmaz ku endamên Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê ne jî ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin.
Serlêdana ku li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat kirin wiha ye:
“Li Girtîgeha Îmraliyê Abdullah Ocalan ê ku bi rengekî girankirî tecrîdkirî ye û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve tu agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî di 25’ê adarê de derfet ji malbatan re hat dayîn ku karibin bi rêya telefonê bi xizmên xwe re biaxivin lê axaftina wê demê ya telefonê ya bi Ocalan re jî ji ber sedemeke nediyar nîvco hatibû hiştin. Axaftina bi Hamîlî Yildirim re jî kurt bû û Konar û Aktaş diyar kirin ku ew ‘tecrîdê şermezar dikin’, lewma axaftina bi telefonê red kiribûn. Xizmên wan ji hingî ve agahiyê ji wan nagirin, ji ber rewşa wan a tenduristiyê û jiyana wan bi fikar in. Parêzeran jî serî li komîsyona me dan û xwestin ku bikevin dewrê. Malbatan her wiha serdana koma me ya li meclisê kirin û di vê mijarê de fikarên xwe parve kirin. Ji bo mafê ragihandinê yê malbatan û girtiyan, ji bo şopandina mafê agahîwergirtinê û bidawîkirina fikarên malbatan, ji bo çareserkirina binpêkirina mafên mirovan divê komîsyona me serdana Girtîgeha Îmraliyê bike.” ENQERE