Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî rojiya mirinê civîna çapemeniyê li dar xist û wiha got: “Em bang li hemû însanên xwedî wîjdan, rêxistinên civakî yên sivîl, însanên demokrat dikin; me bi tenê nehêlin. Niha dem dema em ruh bidine jiyanê ye.”
Wekîlê Serokê Koma HDP’ê Saruhan Oluç ê hefteyek berê hat bijartin têkildarî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya dê sibê dest pê bike li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist.
Oluç di civînê de bi bîr xist ku greva birçîbûnê ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, ev 173 roj in didome û wiha got: “Piştî Guven bi hezaran kes di grevê de ne û bi biryardarî didome. Em di rewşa xeterdar de derbas dibin. 15 girtiyan ragihand ku dê li girtîgehên Bakirkoyê, Wan, Gebze û Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherînin rojiya mirinê. Veguherandina rojiya mirinê ya ku girtiyên demek dirêj in di greva birçîbûnê de ne gelek xeternak e. Me di civîna xwe ya MYK’ê vê mijarê bi berfirehî nirxand. Em carek din dixwazin bala raya giştî û kesên welat birêve dibin bikişînin ser vê mijarê. Daxwaz gelek zelal e. Daxwaz jî ew e ku qanûn û hiqûqa înfazê pêk were. Ji bo pêkanîna daxwaza van girtiyan tu astengî li pêşiya hiqûq û qanûnan nîne. Piştî wekîlê me Tayîp Temel di hevpeyvînekê de ku bangî Serokê Meclisê Mustafa Şentop kir û bersiva ku da wekîlê me ji aliyê me ve baş hat fêmkirin.”
Bi heman hincetî serlêdan tên redkirin
Di berdewamê de Oluç diyar kir ku parêzerên birêz Ocalan ji bo hevdîtinê 809 caran serî li dozgeriyê dane lê her carê bi heman hincetê hatiye redkirin û wiha domand: “Ev bêhiqûqiyek e. Dozger û dadger jî ji bo ev bêhiqûqî ji holê rabe tu gavek neavêtine. Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an vir ve di 35 hezar saetan tenê du caran bi malbata xwe re hevdîtin pêk aniye. Li dijî van pêkanîna me diyaloga li gel Ocalan li pêş bikeve pêşniyar dikin.”
‘Guhê xwe li dijî banga HDP’ê negirin’
Her wiha Oluç destnîşan kir ku ji bo bidawîkirin tecrîdkirina Ocalan li her derê cîhanê bang tên kirin û ev bang mezin û bilind dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Malbat di nava aciziyek mezin de ne. Bifikirin her roj zarokên wan li girtîgehan dihelin. Ji qada navnetewî gelek kes û saziyên nas ji bo bidawîkirina tecrîdê bang kirin. Em bang dikin ku divê guhê xwe li vê bangê negirin. Em carek din dubare bang li însanên xwedî wîjdan, rêxistinên civakî yên sivîl, însanên demokrat dikin; guhê li dijî bangên HDP’ê negirin û me bi tenê nehêlin. Niha dem ne dema rexnekirin û ji hev hesab pirsînê ye. Niha dem dema ku bêyî tiştek were serê tu kesî û rojiya mirinê ya dê ji sibê şûn ve dest pê bike bidin rawestandinê ye. A esasî ji bo HDP’ê ew e ku ruh bide jiyanê û jiyanê biparêze ye.” ENQERE