Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP: Li 14 bajaran sindoqên 96 hezar hilbijêran veguhestin

Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP’ê têkildarî veguhestin û komkirina sindoqan de rapor amade kir. Komîsyona HDP’ê di raporê de diyar kir ku li 14 bajaran bi giştî sindoqên 96 hezar û 531 hilbijêran hatiye veguhestin. HDP’ê di raporê de anî ziman ku veguhestina sindoqan li dijî qanûn û pîvanan hatiye kirin û bi vê pratîkê bi navê “hilbijêrên ewle” û “Hilbijêrên ne ewle” cuda kirine

Komîsyona Karên Hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî veguhestin û komkirina sindoqan de rapor amade kir. Komîsyona HDP’ê di rapora amade kir de destnîşan kir ku li 14 bajaran bi giştî sindoqên 96 hezar û 531 hilbijêran hatiye veguhestin. Komîsyonê anî ziman ku bêtir li hin bajaran diyar ên Tirkiye cihê sindoqan hatiye guhertin bi vê yekê şert û mercên hilbijêran a çûyîna ser sindoqan dijwartir kiriye. HDP’ê di raporê de anî ziman ku guhertin û veguhestina cihê sindoqan ji pîveanên qanûnî û objektif dûr in û bi vê yekê di navbera hilbijêran de cudakarî kirine.

‘Cudakariya hilbijêran a ewle û ne ewle kirine’

Komîsyona HDP’ê di raporê de destnişan kir ku bi vê guhertin û veguhestina sindoqan di navbera hilbijêran de cudakariya “Ewle” û “Ne ewle” ava kirine û wiha cih dan raporê. “Êv bûye sedema cudakarya “Hilbijêrên bi ewle” û “Hilbijêrên bê ewle”.

Komîsyonê wiha cih da raporê:

* Dewleta ku li bajaran kesên nexweşê doşekê sindoqê dibe ber piyên wan. Lê li gund û gundikên çoltarê sindoqê ji wan dûr dixe. Li navendekê sindoqan dibin ber piyên nexweşên doşekê. Lê li gund û gundikan sindoqên heyî ji hilbijêran dûr dixin. Li gorî xwe çend navendan diyar dikin û sindoqan li wê navendê kom dikin. Ev dibe sedem ku li bajar û çoltarê di şertê ne wekhev de hilbijartin  tê kirin.

YSK’ê di biryara veguhestin û komkirina sindoqan a hilbijartina 24’ê Haziran 2018’an a Serokomarî û Giştî û hilbijartina 31’ê Adara 2019’an a xwecihî de diyar kiribû ku herî zêde divê navber 5 kîlometre be. Lê xuya dibe ku ev pîvan hatiye îhlalkirin û heta zêdeyî 5 kîlometre jî veguhestine. Li gund û bajarokên ku sindoqên wan hatine veguhestin hilbijêrên kal, pîr û nexweşên li ber çavan negirtine.

* Biryara YSK’ê ya Krîtera Ewlehiyê ne li gorî heqîqetê û rast e. Ewlehiya sindoqan li dijî objektifbûnê ye.

* YSK’ê bi biryara 6’ê adarê li Agirî, Êlih, Çewlîk, Bedlis, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Qers, Dersîm, Şirnex, Sêrt, Riha û Wanê bi giştî cihê 973 sindoqan guhestin. Bi vê yekê cihê sindoqên 96 hezar û 531 hilbijêr hatiye guhestin.

* YSK’ê di hinceta guhertina cihê sindoqan de ji bo 247 sindoqan şertên neyînî yên fîzîkî nîşan daye. Guhertina cihê 691 sindoqan jî hinceta “Ewlehiyê” nîşan daye. Di biryarên ku ewlehî hincet hatiye nîşandan de di 27 sindoqan de qeyda “Li tax û gund pirsgirêka ewlehî û terorê tune ye.” nivîsîne.

Bûyerên 24 sal berê kirin hıncet

*YSK’ê sindoqa Gundê Tellisirt a Agirê ya hêjmar 1289 ku 13 hilbijêrê wê hene veguhest Gundê Ziyaretê. YSK’ê sedema vê yekê jî bi hinceta di sala 1995’an de li Gundê Saritaşê 2 welatiyan propaganda rêxistinê kiriye nîşan da.

*YSK’ê li Gundê Çiftlîk a Kanîreşa Çewlikê jî sindoqa hêjmar 1026 a 59 hilbijêrên wê hene veguhest Gundê Mollaşakirê. YSK’ê sedema vê yekê jî hinceta “Şikdarên ku li Gundê Çiftlikê îkamed dikin li nava gund berdane hespan û rageşî derketiye û ji ber vê yekê Onur Çakmak birîndar bûye” sindoq veguhest.

‘Dibe ku pirsgirêka ewlehiyê hebe’

*YSK’ê li Gundê Dîlek ê Navenda Dêrsimê jî sindoqa hêjmar 1099’an a 38 hilbijêrê wê heye veguhest Gundê Karşilarê. YSK’e sedema vê yekê jî hinceta “Dibe ku PKK çalakiyan pêk bîne û di 13’ê Mijdara 1998’an de welatî pê li mayinê kiribû nîşan da.

‘33 sal berê pankart vekir’

*YSK’ê li Gundê Taht ê Navenda Dêrsimê sindoqa hêjmar 1126 an a 12 hilbijêrê wê hene veguhest Malên Kom ên Alî Koç. YSK sedema vê yekê jî hinceta 33 sal berê bûyer pêk hatiye nîşan da. YSK’ê dîsa hincet nîşan da ku di 07’ê Îlona 1986’an de afiş hatiye vekirin.

‘Dibe hilbijartin bi rageşî derbas bibe’

*YSK’ê ji bo navçeya Pirsûsê ya ku di hilbijartina berê de parlamenterê AKP’ê bi çekan êrîşî esnaf kiribûn û bav û 2 kurê wî kuştin jî biryar da ku sindaqa hêjmar 1151’an a Kuçukkopru, veguhezîne Buyukziyaretê. YSK’ê hincet nîşan da ku dibe hilbijartin bi rageşî derba bibe.

Ewlehî tune

*YSK’ê ji bo sindoqa hêjmar 1036’an a Gundê Harmantepe jî got; Bûyerê terorê tune. Lê dibe di çûn û hatinê de çalakî bên lidarxistin.

*  YSK’e sedem wekî şerê navbera malbatan ku ne şênber e û şahî û panel wekî bûyerên rêxistinê nîşan dane. Dîsa afîş û panratên hatine vekirin wekî bûyerên rêxistinî nîşan dane.

* YSK’ê di biryarên guhertina hin sindoqan de bûyerên di dîrokên cuda de pêk hatine nîşan didin. Tu hincetek ku bê qebûlkirin a qanûnî û hiqûqî ya YSK’ê tune ye.

Di mînakên jorîn de jî hatiye dîtin ku YSK’ê di biryara guhestina sindoqan de bi hincetê ku ji rastiyê dûr nîşan dane. Tu sedemek ewlehiyê tune û li dijî demokrasiyê ye. Bi vê yekê di nava hilbijêran de cudakariya “Hilbijêrên ewle” û “Hilbijêrên ne ewle” ava kiriye. Di demokrasiyên modern de tiştekî wiha tune. Divê pîvanên wekhevî û serbestiyê esas bê girtin. Partiya me HDP ji bo çanda demokratîk pêş bikeve têkoşîna xwe berdewam dike. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar