Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

HDP: Polîsan bi awayekî plankirî êrîşî hevşaredarên Giyadînê kir

Hevberdevkê Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ê HDP’ê Selahattîn Aslan diyar kir ku polîsên dewleta tirk hedê xwe derbas kiriye û êrîşî hevşaredarên Giyadînê kiriye. Aslan got ku ev êrîş bi plana dewletê pêk hatiye

Hevberdevkê Lijneya Rêveberiyên Herêmên Demokratîk ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Aslan, têkildarî êrîşa li dijî hevşaredarên Giyadinê Evren Demîr û Betul Yaşar daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîş hate şermezarkirin.

Aslan di daxuyaniyê de diyar kir ku desthilata AKP’ê di hilbijartina 31’ê adarê de têk çû û wiha domand: “Li şaredariyên ku HDP bi ser ketine, pekanînên dijhiqûqî pêş dikevin. Naxwazin şaredarî bi pirsgirêkên gel re eleqeder bibin û xizmetê bikin. Herî dawî li navçeya Giyadînê ya Agiriyê, polîsên girêdayî desthilata AKP’ê li avahiya şaredariyê hedê xwe derbas kir û êrîş kirin.”

‘Bûyer tesadûfî nîne’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Welatî Mehmet Hayrî Oruç dema ku ketiye avahiya şaredariyê, li noqteya lêgerînê polîsan di lêgerînê re derbas bû û polîsan bi pêhnan lê xist. Li ser vê rewşê, hevşaredarên me yên Giyadînê Evren Demîr û Betul Yaşar ku ketin navberê ew jî bi heman rengî rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî bûyerê bi sedan polîs bi copan ketine avahiya şaredariyê û teror pêş xistine. Polîsan ji bo vê rastiya xwe ji civakê veşêrin dest danîne ser kamerayan. Bi sedan polîsên berê li dora avahiya şaredariyê amade bûbûn nîşan dide ku ev bûyer ne tesadufî ye û lîstika bi plan û piştgira dewletê pêk hatiye.”

Çi bibû?

Li noqteya polîsan a di ketina şaredariyê de ajokarê meqamê yê Şaredariya Giyadînê Mehmet Hayrî Oruç ji hêla polîsan ve hate tacîzkirin û derbkirin. Dema hevşaredar Evren Demîr û Betul Yaşar xwestin mudaxale bikin, ji hêla polîsan bipiştve hatin kelepçekirin û bi serdevkî li erdê hatin dirêjkirin û derbkirin. Polîsan bi jopan û pêhnan li hevşaredaran xist. AGIRÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar