Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HDP: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re li dijî mewzûatê tên astengkirin, sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi awayekî sîstematîk didomin û Ocalan ev 4 sal in bi parêzerê xwe re hevdîtinê nake.

Bi domdarî hat bibîrxistin ku heta sala 2011’an jî mafê Ocalan hebû ku hefteyê rojekê bi saetekê sînordar bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha dom kir: “Tevî vê bisînorkirinê jî bi hincetên weke ‘muxalefeta hewa’, keştî xerabe ye’ hate astengkirin. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an heta niha parêzeran tenê 5 caran hevdîtin kirine. Hevdîtina herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hate kirin. Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Ateş jî ji 16-17’ê tîrmeha 2015’an roja anîn Îmraliyê heta niha nekarîne yek carê bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Serlêdanên parêzeran ên ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê jî tên redkirin.”
Tecrîda 24 salan didome
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Îmraliyê 24 sal in didome. Li dijî mewzûata neteweyî û navneteweyî ye. Bi awayekî keyfî tê kirin û cihêkarî tê kirin. Pergala tecrîdê, dikare bi nêzikatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka kurd û polîtîkayên wê yên şer ên li Rojhilata Navîn were vegotin. Rol û rista birêz Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de tê zanîn û sedema vê tecrîdê jî ew e. Bi tecrîda li Îmraliyê re neçareserkirina pirsgirêka kurd bêhtir tê girankirin û hêviya aştî û siyaseta demokratîk a gelan tê tunekirin. Lewma divê ev tecrîd tavilê bê rakirin û di serî de hevdîtinên bi parêzeran re, birêz Ocalan bikare hemû mafên xwe bi kar bîne. Divê gavên li gorî raporên CPT’yê bên avêtin, li gorî biryarên Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê tevbigerin û pergala tecrîdê bi dawî bikin.”
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar