Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HDP: Têkoşîna li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye

Di encamnameya civîna Meclisa Partiyê ya HDP’ê de hat gotin, “Mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye.”

Meclisa Partiyê ya HDP’ê encamên civîna xwe ya 7’ê tebaxê bi daxuyaniyekê aşkere kir.

Di encamnameyê de hat gotin, “Ji aliyê berpirsyariya siyasî ya jinûve avakirina pêvajoya nû ve me civîneke gelekî bi bandor a Meclisa Partiyê lidar xist. Aşkere ye ku piştî hilbijartinê li tevahiya welêt ji aliyê aborî, siyasî, ekolojîk û civakî ve têkçûnek heye û ya ku di binê vê hilweşînê de tê hiştin, ji sedî 95 ê gel e, yanî kedkar û xizane .”

Di encamnameyê de hat gotin, “Atmosfera giran a sê mehên derbasbûyî lêgerîneke siyasî ya esasî li dijberên heyî yên rejîmê ferz dike.

Encamnameyê wiha dewam kir: “Ji aliyê HDP’ê ve pêvajoya sê mehên derbasbûyî, weke ku me soz dabû gelê xwe bû pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayinê, ev pêvajo bi xurtî hat meşandin û wê hîn jî dewam bike. Pêvajoya ku bi civînên li bajar û navçeyan, civînên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclisa Partiyê û kombûnên gel destpê kir, di asta bajar, navçe, bajarok û gundan de bi sedan civînan dewam kir, wê bi bi komxebatên amadekariya konferansê, bi konferansan û kongreyê dewam bike. Bi qasî girîngiya nîqaşê ya piştî hilbijartinê, her wiha pêvajoya rexnekirin û rexnedayinê, destnîşankirina rêya li ser bingeha perspektîfa me ya jiyana nû gelekî girîng e.

Operasyona hilbijartinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê hîn jî dewam dike. Bi vê rêyê, ji bo karibe hemû partiyên siyasî li gorî xwe bi rêk û pêk bike, hêza xwe ya medya, medya dîjîtal, aborî û siyasî bi temamî xistiye nava liv û tevgerê. AKP-MHP ji bo karibe li ser desthilatdariyê bimîne, dixwaze atmosfereke siyasî biafirîne ku her tiştî bixe nava çarçoveya ku bi xwe diyar kiriye. Li hemberî operasyonên siyasî û îdeolojîk ên bi vê têgihiştinê têne kirin, em ê bi biryardarî têbikoşin.

HDP’ê yekîtiya bindestan a vî welatî bi nasnameyeke sazî û rêxistinî pêk aniye. Qada siyaseta demokratîk bi nasname û rêxistiniya HDP’ê gihîştiye zemîneke civakî ya xurt û bi vî rengî di siyaseta Tirkiyeyê de xeteke nû hatiye destnîşankirin. Di afirandina vî fikrî de Birêz Ocalan xwedî kedeke mezin e. Rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê wê bibe misogeriya aştiyê. Di vê çarçoveyê de ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû hêzên demokratîk û sosyalîst mezinkirina têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye.

‘Avakirina şoreşgerî ya dema nû’

Civîna me ya Meclisa Partiyê ku di demeke ewçend girîng de hate lidarxistin, di rêya avakirina şoreşgerî ya dema nû de bûye gaveke girîng. Ji bo guherîn û veguherînê em ê dilsozê fikrê HDP’ê bin, ruhê têkoşer û danheviya HDP’ê bigihînin Partiya Çepên Kesk, ji bo paşerojê jî nexşeya xwe ya rê bi danhevî, têkoşîna xwe diyar bikin. Bi hêza ji paradîgmaya xwe û asoyê siyasî yê gelê xwe werdigirin, em ê wezîfeya pêşengiya demokratîkbûna Tirkiyeyê dema bê hîn bêhtir bi cih bînin. Di vê dema dîrokî de ji navê partiyê jî girîngtir, ya ku me dike em, di heman demê de cuda dike, perspektîfa jiyana nû, xeta 3’yemîn e. Em zanin ku aqlê dewletê yê bi serweriya mêr ku kurdan, kedkaran, elewiyan, jinan, ciwanan, sosyalîstan, demokratan, bawermendan, nasnameyên zayendî û hemû bindestan dike dijmin û aqlê dewletê yê ku tecrîdê giran dike yek e. Têkoşîna li dijî vî aqlî jî bi xurtkirina perspektîfa jiyana bi hev re dibe. Bi pêşengiya vê perspektîfê nijadperestî, neteweperestî û tecrîd ji holê dikare bê rakirin û Tirkiyeyeke demokratîk a ji bo hemû gelan dikare bê avakirin.”

Di dawiya encamnameyê de hate gotin, “Em ê kelecana xwe ya şoreşgerî ji bo kêliyekê jî kêm nekin û erk û berpirsyariya afirandina civakeke rêxistinbûyî, polîtîk û civakîbûna siyaseta demokratîk hildin ser milê xwe. Partiya me wê bi vê îradeya xurt û paradîgmaya xwe, bi cewhera xwe, bi nasnameya xwe ya saziyê li gel Partiya Çepên Kesk pêşengiyê ji pêvajoya avakirinê û têkoşînê ya dema nû re bike. Ev birayra ku ji aliyê Meclîsa me ya Partiyê ve hatiye wergirtin, ji bo mezinkirina fikrê HDP’ê ye. Kongreya Awarte ya 4’emîn ku em ê di 27’ê Tebaxa 2023’an de pêk bîninin, wê bibe gavek ku tecrûbe û danheviya kevneşopiya HDP’ê ji Partiya Çepên Kesk re bê ragihandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar