PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HDP û DBP’ê Roja Kobanê ya Cîhanê silav kirin

HDP û DBP’ê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan û berxwedana Kobanê Silav kirin. Her wiha banga piştevaniyê jî kirin

Navenda Nûçeyan |

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî dan.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman: “Li ser berxwedana bêhempa, serfiraziya li dijî hovîtiya DAIŞ’ê re 7 sal derbas bûn. Gelê Kobanê 133 rojan, li ber hovîtiya DAIŞ’ê berxwedaneke bêhempa meşand û mohra xwe li sedsala 21’emîn xist û dîroka azadiyê careke din nivîsî. DAIŞ’ê ji Rojhilata Navîn heta gelek aliyên cîhanê, dixwest ku hovîtiyê li ser gelan ferz bike, lewre têkoşîna ku hat meşandin rê li ber wê girt. Ne barbarî azadî, ne tarîtî ronahî, ne zordarî demokrasî bi ser ket li Kobanê. Feraseta DAIŞ’ê û hevkarên wê têk çû, nirxên mirovahiyê bi ser ket li Kobanê.

Hêzên navneteweyî û herêmî yek bi yek li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê têk diçûn, bajarên wek Mûsilê di rojekê de ji dest diçûn, lê gelê kurd bi derfetên xwe, bi piştgiriya dostên xwe û bi bîr û baweriya xwe ya azadiyê bi ser ket. Hemû mirovên azadîxwaz bi gelê kurd û gelê Kobaniyê re bûn û şahidiya berxwedana dîrokî û bêhempa ya li dijî DAIŞ’ê kirin. Berxwedana Kobanê bû raperîna wijdana hemû gelên cîhanê û lewre jî li seranserî cîhanê piştevanî û palpiştiya bi gelê kurd û Kobaniyê re bi pêş xist.  Ji Xelatgirên Nobelê bigire heta akademîsyenan, ji rewşenbîran bigire heta nivîskar û rêxistinên civaka sivîl, bi sedhezaran kesan bang kir û di sala 2014’an de 1’ê Mijdarê wek Roja Piştevaniya Kobaniyê hat ragihandin.

Di 7’emîn salvegera wê de wek Partiya Demokratîk a Gelan, em hêvî û baweriya ku li Kobaniyê zîl da, serfiraziya ku li wir derkete meydanê, berxwedana ku li wir hat meşandin û palpiştî û piştevaniya enternasyonal silav dikin. Em baş dizanin ku her çend DAIŞ têk biçe jî, zihniyeta DAIŞ’ê îro jî li ser kar e û şerê tarîtî û ronahiyê îro jî berdewam dike. Hevkarên DAIŞ’ê îro jî dixwazin tola Kobanê hilînin, tiştê ku DAIŞ’ê nikaribû bike, ew dixwazin bikin. Gefên dagirkeriyê yên desthilatiya AKP’ê, doznameya kûmpasê ya girtina partiya me ya ku piştevaniya bi Kobaniyê re dike hincet û dixwaze partiya me bigire encam û rengvedana vê niyet û nêzikatiyê ye.

DAIŞ, duh bi ser neket, îro jî ew hêzên ku dixwazin Kobanê dagir bikin wê bi ser nekevin. Palpiştî û piştevaniya gel û baweriyan a ku li Kobanê derkete meydanê û serfiraziya Kobaniyê îro jî hêvî û îlhama mirovahiyê ye. Şoreşa Kobanê şoreşa jinan, ciwanan û gelan e. Li dijî zihniyeta yekparêz, serkeftina pirdengî û pirrengiyê ye.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê li temamî mirovahiyê pîroz be. Wek duh, îro jî li dijî tarîtî, dagirkerî û zordestiyê em ligel heq û heqîqetê ne û piştgiriya gelên berxwedêr dikin. Wek duh, îro jî em gefên ku li Kobanê û li Rojava tên xwarin qebûl nakin û banga piştgirî û piştevaniyê li temamî gelên cîhanê dikin.”

Daxuyaniya DBP’ê

DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. DBP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di serî de gelê kurd hemû gelan li dijî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin nîşan dane û wiha got: “Bi canê xwe Kobanê parastin. Yek ji remzen berxwedana Kobanê Arîn Mîrkan, bi çalakiya xwe ya li dijî çeteyan pêşengiya azadiya Kobanê kir û bi hezaran şoreşgeran gihand Şoreşa Rojava. Li çar aliyê dinyayê şoreşger li dijî DAIŞ’ê şer kirin û Kobanê kirin navenda Şoreşa Rojava.”

Banga têkoşîna hevpar

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 133 roj berxwedaneke destanî ji bo parastina rûmeta mirovahiyê hatiye dayîn û ev bang hat kirin: “Çawa ku dema Şerê Duyemîn ê Cîhanê li Stalîngradê faşîzm bi awayekî mezin têk çû, li Kobanê jî bi berxwedana ji 7 salî heta 70 saliyan destûr nehat dayîn ku faşîzm û tarîtiya DAIŞ’ê bi pêş ve biçe. Bi sekn û têkoşîna gelê Kurdistanê tenê DAIŞ têk neçû, di heman demê de kesên ku bi xeyala ‘Kobanê ket, wê bikeve’ ketin nav hêviyê jî têk çûn.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP’ê destnîşan kir ku weke DBP ew li cem hemû gelên ku têkoşîna azadiyê mezin dikin cih digirin û banga têkoşîna hevpar li gelê kurd, dostên wan, hemû kesên ku doza demokrasî û azadiyê dimeşînin kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar