Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

HDP û rêxistinên sivîl li Bazarcixê ji taxan heta gundan birînên xelkê dipêçin

HDP û komeleyên herêmî çû serdana 30 gundên Bazarcixê û cil û xurekan li mexdûrên erdhejê belav kir. 

HDP û komeleyên herêmî kampanya piştevanî û alîkariyê ya ji bo navçeya Bazarcixê ya Mereşê ku navenda erdhejê ye daye destpêkirin, bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Alîkariya ji bajarên wek Şirnex, Mêrdîn, Amed, Wan, Colemêrg, Agirî, Stenbol, Konya, Osmaniye û gelek bajarên din ku bi TIR’an şandin navçeyê, di çarçoveya kampanya piştevaniyê de hat belavkirin. Rêveberên HDP’ê, xebatkarên Şanoya Bajêr a Amedê, Ma Musîcê, Komeleya Akademiya Sînameya Rojhilata Navîn û endamên rêxistinên sivîl, alîkariya ku hat navçeyê li gel ango mexdûrên erdhejê belav dikin.

Alîkarî li 30 gundan hat belavkirin 
Alîkariya hat navçeyê hem li navenda navçeyê û hem jî li gundewarên navçeyê hat belavkirin. Dilxwazên ku alîkariya ji cil, xurek û kelûpelên germkirinê pêk tê bi destê xwe digihînin mexdûran. Li gorî zanyariyên li ber dest, heta niha alîkarî li 30 gundan hatiye belavkirin.
Şaredariya Silopiya ya di bin rêveberiya HDP’ê de li taxa Fatîha Bazarcixê xwaringehek ava kir. Ev xwaringeh her roj xwarinê li hezar welatiyan belav dike.
Komeleyên Çandê ya Elewiyan a Şaxa Bazarcixê jî ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçe xebatek bênavber bi rê ve dibe. Bi pêşengiya komeleyê heta niha pêdiviyên gelek malbatan hat dabînkirin.
Gelek malbat bê kon in
Li herêmê hewayek sar jî heye û bandora xwe ya neyînî dide nîşandan. Konên AFAD’ê jî gihîştin gundewar û navenda navçeyê. Heta niha pirsgirêkên cil û xurekan derneketiye holê lê hê jî bi hezaran malbat xwe negihandine konan. Ji ber vê yekê jî malbatên bêkon mane ji neçarî di baraqeyan bi naylonan hatine pêçandan xwe ji sermayê diparêzin û li ser pêya digirin.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar