Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

HDP’ê 90 daxwazname dan meclisê

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtîgeh û girtiyan, 90 daxwaznameyên ku girtiyan ji Federasyona Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Hiquqî ya Malbatan (MED TUHAD-FED) re şandibûn, dan meclisê. Gergerlîoglu ji Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê re 90 daxwaznameyên cuda nivîsîn û xwest ku komîsyon pirsgirêkan li cihê bûyerê lêkolîn bike û gavên çareseriyê biavêje. Her wiha Gergerlîoglu ji bo ku wezîrê dadê Abdulhamît Gul bibersivîne jî 90 pirsname dan meclisê.

Daxwaznameyên binpêkirina mafan ji girtîgehên Afyon, Aksaray, Tarsus, Wan, Balikesîr,  Bandirma, Antalya, Alanya, Akhîsar, Girtîgeha Tîpa D a Amedê, Girtîgeha Tîpa F a Boluyê, Çankiri, Sêrt, Patnos, Erzirom, Xarpêt, Şakran û Alîaga yên Îzmîrê, Sîlîvrî û gelek girtîgehên din hatine şandin. Girtiyan di daxwaznameyên xwe de diyar kirin ku ji ber paqijî baş nayê kirin, bi rîska vîrûsa koronayê re rû bi rû ne û girtîgeh nayên dezenfektekirin. Girtiyan da zanîn ku lepik û maskeyan nadin wan û gardiyan jî li gorî pîvanên paqijî û hijyenê tevnagerin. Girtiyan got ku xwarinên li girtîgehan jî paqij nînin.

Di daxwaznameyên girtiyan de çend agahî wiha ne:

“* Malbata girtiyekê li Girtîgeha Bi Ewlehiya Bilind a Wanê da zanîn ku tevî xizmê wan, gelek girtiyên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene. Malbatê destnîşan kir ku li girtîgehê qawîşa qarantînayê nîne û girtiyan dernaxin hewşa hewadariyê.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê girtiyeke ku nexweşiya şekir û tansiyonê lê ye, heye. Di heman qawîşê de nexweşên ku nikarin bêhnê bigirin û bi zekekê jî hene. Malbatên girtiyan got ku li qawîşê kesên dikuxin û laşê wan disincirin hene û li qawîşê şika nexweşiya vîrûsê heye. Li gorî agahiyên malbatan, di qawîşê de 3 girtî bi gumana vîrûsê xistine qarantînayê.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê gefa ‘Em ê kesên bi vîrûsê ketin bînin cem we’ li girtiyan hate xwarin. Dema girtî hatine sewqkirin jî rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Dema girtiyan ev yek bi rayedarên girtîgehê re parve kirin, jê re gotine; ‘Divê hûn li gorî pîvanan tev bigerin.’

* Li Girtîgeha Bandirmayê li şûna 12 kesan, 20 kes di qawîşekê de dimînin. Xetereya vîrûsê li vir zêde ye. Alavên paqijiyê bi pereyan difiroşin girtiyan. 8 gardiyan niha di karantînayê de ne û neheqî li girtiyan hate kirin.”

Gergerlîoglu têkildarî rewş û binpêkirina mafên girtiyan jî pirsname da wezîrê dadê Abdulhamît Gul. Gergerlîoglu ji Gul xwest ku pirsên wî bibersivîne û lêkolînê bike. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar