Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Çarşamba - 27 Kasım 2024

HDP’ê bertek nîşanî lêpirsînê da: Ev pirsgirêkeke polîtîke

MYK ya HDP’ê der barê lêpirsîna ku der barê rêveberên wan ên Amedê de hatiye vekirin daxuyaniyeke nivîskî weşand. MYK ya HDP’ê bertek nîşan da û wiha got: “Ev pirsgirêkekî polîtîke û bi dozgeran çareser nabe. Em rayedarên dewletê û partiyên din vedixwînin ku em li meclisê bi hevre dayikan guhdar bikin.”

Endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî lêpirsîna dozgeriya Amedê ya der barê rêveberên HDP’ê yên navçe û bajar ên Amedê de vekirin, daxuyanî dan. MYK ya HDP’ê lêpirsîn weke ‘Dirûtî’ pênase kir û wiha domand: “Ev pirsgirêkeke polîtîk e. Bi dozgeran çareser nabin. Waliyê bajar daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîn dane destpêkirin. Ev lêpirsîn encama dirûtiyê ye.”

Di daxuyaniyê de MYK a HDP’ê destnîşan kir ku ew qîrîna hemû dayikan dibihîzin û ev tişt parve kirin: “Em êşa hemû dayikan hîs dikin. Em naxwazin êdî hêsirên dayikan bibarin. Em dixwazin ku bi muzakereyan pirsgirekan çareser bikin. Em wan kesên ku me destê aştiyê dirêjî wan kir lê wan kulm li destê me xistin, baş nas dikin. Çareseriya pirsgirêka kurd bi demokratîkbûn û hiqûqê çareser dibe. Em wan kesên dibêjin pirsgirêka kurd nîne jî dizanin. Me ev fîlm gelek caran temaşe kir. Em wan kesên bi awayeke bêwijdan êrîşî Dayikên Aştiyê kirin jî baş dizanin. Yên ku hemû zext û tundî li ser Dayikên Şemiyê meşandin jî em nas dikin. Heman kes niha dayikên din îstîsmar dikin û dixwazin bi van dayikan îktîdara xwe biparêzin.”

‘Yên di şer de bi israrin êrîşî têkoşîna me dikin’

MYK a HDP’ê di berdewamê de jî bang li hemû partiyan kir û xwest ku li meclisê dayikan guhdar bikin. Daxuyanî wiha dom kir: “Partiya me ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Lê yên di şer de israr dikin, êrîşî têkoşîna me dikin. Parlamenter û rêveberên me li ber avahiya HDP’ê ya Amedê bang li rayedar û partiyan kir ku bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Lê vê carê jî dozgeriyê der barê rêveberên me yên Amedê de lêpirsîn dan destpêkirin.”

‘Pirsgirêk bi lêpirsînan çareser nabe’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em dibêjin pirsgirêk bi van lêpirsînan çareser nabe. Pirsgirêk polîtîk e û bi dozger çareser nabe. Em careke din bang li serokomar û îktidarê dikin ku li şûna malbatan bi destê polîsan dişînin partiya me, werin em bi hevre li meclisê li hemû dayikan guhdar bikin û bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû partiyên siyasî yên li meclisê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar