Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir

HDP’ê binçavkirina xebatkarên çapemeniya kurd şermezar kir û bang li rêxistinên rojnamevanan kir ku li dijî êrişên ser rojnamevanan bêdeng nemînin û piştevaniyê mezin bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirina rojnamevanan a li Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ê ji Çapemenî, Weşan û Propagandayê Berpirsiyar e hat belavkirin.

Di daxuyaniya bi sernavê “AKP û MHP xebatkarên çapemeniya azad kiriye hedef û li ser rêya Çîller û Cemaatê diçin” hat belavkirin de wiha tê gotin: “Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin hatin binçav kirin. Îktidara AKP-MHP’ê her ku piştevaniya xwe ya civakî winda dike, di siyasetê de têk diçe û bêçare maye, êrişî partiya me, saziyên kurdan, muxalîfan dike. Bi êrişên dijhiqûqû û tirsonek dixwaze temenê xwe dirêj bike.

Xebatkarên çapemeniya azad ku îro di navenda êrîşan de ne, her tim bûne hedefa îktidar, hêzên wan ên paramîlîter û pêkhateyên paralel. Xebatkarên çapemeniya azad ku di salên 90’î de ji aliyê JÎTEM, Hîzbûllah û çeteyên çekdar ên îlegal ên girêdayî îktidara Çîller ve hatin qetilkirin, di salên 2000’î de ji aliyê îktidara AKP’ê û hevkarê wê Cemaatê ve bûn hedefa operasyonên qirkirina siyasî. Bi dehan rojnamevanên kurd ku di şert û mercên giran de rastî ji raya giştî re parve kirin, hatin qetilkirin, girtîgeh bi rojnamegeran hatin dagirtin, avahiyên rojnameyan bi bombeyan hatin teqandin. Bi biryarên îktidara Çîller ên MGK’ê hatin girtin, hewl dan saziyên çapemeniya azad bêdeng bikin.

Rojnamegerên kurd ên di sala 2011’an de di bin navê ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ de ji aliyê AKP’ê û Cemaatê ve hedef hatin girtin, îro jî bi heman rêbazan rastî êrişên AKP û MHP’ê tên. AKP bi pêkanîna van polîtîkayên neçareseriyê yên ji serdema tarî ya salên 90’î, ji cemaata weke derbeker tê pênasekirin, mîrata xwe girtiye, hewl dide encameke cuda bi dest bixe. Em dizanin ku ev êrişên li dijî gelê kurd, saziyên gelê kurd, partiya me, mûxalefet û rojnamevanan di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên îktidarê de ne.

Ev zîhniyeta faşîst beriya qetlîamên ku li ser kurdan pêk anî, bi hedefgirtina rojnamegerên kurd, xwest civakê bêdeng bike. Hefteyek piştî êrişa binçavkirin û girtinê ya li dijî rojnamegerên kurd a di sala 2011’an de, Komkujiya Roboskî pêk hat û komkujî di tariyê de ma. Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro xebatkarên çapemeniya azad beriya êrişa muhtemel a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin binçavkirin. AKP di nava çi amadekariyên sûc de ye, dixwaze çi veşêre?

Êrişên li dijî rojnamegeran jî encama bêhêzîtî, bêçaretî û hewldana dirêjkirina temenê îktidarê ye. Lê ev hemû hewldanên pûç in. Xebatkarên çapemeniya azad ên ku têkoşîna heqîqetê ji Apê Musa û Gurbetelî Ersoz û bi dehan rojnamevanên din girtin, duh li kolanan li dijî çeteyên Çîller, li dijî çeteyên ku Cemaatê li darazê bi cih kirin, serî netewandin û îro jî wê tu carî serî netewînin. Wê rojnamevanên kurd li dijî polîtîkayên faşîst û êrişkar ên AKP û MHP’ê qet serî netewînin. Hemû kesên ku duh rojnameger kirin hedef, çeteyên ku cil û bergên dadgeriyê li xwe kiribûn, di rûpela tarî ya dîrokê de cih girtin û aktorên îro jî wê li ser rêça wan biçin.

Em êrişên li dijî kedkarên çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin û diyar dikin ku em li cem rojnamegerên ku ji bo heqîqetê têdikoşin in. Her wiha em bang li raya giştî û hemû rêxistinên rojnamevanan dikin ku li dijî van êrişan bêdeng nemînin û piştevaniyek xurt nîşan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar