Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê biryara xwe ya Stenbolê diyar kir

HDP ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî dê li 6 navçeyên Stenbolê namzetên xwe diyar bike. Hat zanîn ku li naveyên Bagcilar, Kagithane, Arnavutkoy, Esenler û Bakirkoyê HDP dê namzetên xwe nîşan bide

HDP’ê ku ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê namzet diyar nekir, dê ji bo 6 navçeyan namzetê xwe diyar bike. Hat hînbûn ku namzeta Şaredariya Bagcilar a Stenbolê parlamentera HDP’ê Huda Kaya ye.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di dawiya hefteyê de li navenda giştî ya HDP’ê civîn pêk anîn. Piştî civinan diyar kir ku li Dîlok, Riha, Edene, Enqere, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê namzetan ji bo Şaredariyên Bajarên Mezin nîşan nade. HDP’ê destnîşan kiribû ku li van bajarên namzet nîşan nedane dê li navçeyên wan namzetan diyar bike. HDP’ê diyar kir ku dê li 6 naçeyên Stenbolê namzetan diyar bike û li gorî vê yekê dê bi CHP’ê re hevdîtinan bike.

Navçeyên namzet lê hatine diyarkirin

Di vê çarçoveyê de HDP dê li navçeyên Bagcilar, Kagithane, Arnavutkoy, Esenler û Bakirkoyê namzetan diyar bike. HDP, ji xeynî van naçeyan dê li navçeyek din ku nifûsa hilbijêrên kurd lê zêde ye namzed diyar bike.  Rêxistina HDP’ê li navçeya Bagcilarê ku girseya wê pir zede ye, parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya weke namzet nîşan bide.

Bertekên hilbijêrên HDP’ê

Li ser daxwaza raya giştî ya demokratîk, HDP li namzetê tifaqa CHP-ÎP yê Kuçukçekmeceyê Kemal Çebî erênî nêz nabe. Dîsa li hin navçeyan eniya HDP’ê ji namzetên CHP’ê nerazî ne. HDP li Tekîrdag, Edîrne, Bursa, Kocaelî û Balikesîrê dê bi navê xwe biçe ser sindoqê û li hemû navçeyên ku hêza wê lê xurt e namzetê xwe nîşan bide. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar