Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HDP’ê bûyernameya sala 2021’an a li ser kurdî amade kir

Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP'ê têkildarî astengî, qedexe û êrîşên li ser ziman û hunera kurdî salname ya 2021'an amade kir û bi raya giştî re parve kir. Di vê salnameyê de gelek bûyerên girîng cih digirin

Komîsyona Ziman, Çand, Huner û Polîtîkayên Perwerdehiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê binpêkirinên li ser kurdî de salnameya sala 2021’an amade kir û bi raya giştî re parve kir. Komîsyonê cih daye ser astengî, qedexe û zextên li ser zimanê kurdî, çalakî û daxuyaniyên kurdî û bernameyên hunerî yên kurdî.

Salnameya 2021’an a komîsyonê wiha ye:

  • Meha çileyê

2’yê çileya 2021’an: Şaredariya Artûklûyê ya di bin rêveberiya AKP’ê de, tîpên X, W û Q yên zimanê Kurdî li ser tabelayên bi Kurdî yên gundan jê birin û li şûna wan tîpên Tirkî nivîsandin.

5’ê çileya 2021’an: Rêveberiya Girtîgeha Wanê rojnameya kurdî ya Xwebûn nedan rojnamegerê girtî Adnan Bîlen.

12’ê çileya 2021’an: Firat Darî yê li Girtîgeha Tokatê, bi dayika xwe re li ser telefonê bi kurdî axivî, axaftina wan a bi kurdî wek “şîfrekirî” hat dîtin û mehek cezayê qedexeya telefonê li Darî hat birîn.

Meha sibatê

5’ê sibata 2021’an: Di îdianameya 4 kesan de ku di operasyonên li dijî endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê de hatibûn binçavkirin, stranên kurdî wek sûc hatin hesibandin.

16’ê sibata 2021’an: Nivîskar Rêzan Tovjîn, xwest bi sponsoriya xwe reklama pirtûka Sîdar Jîr a bi navê ŞERM bide Google ADS’ê, lê  Google’ê bi hinceta ku zimanê kurdî zimanekî nedestekkirî ye reklam dayînê red kir.

 

  • Meha Adarê

2’yê adara 2021’an: Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), di rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên ziman de dan zanîn ku li Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê nameyên bi kurdî nayên dayîn.

6’ê adara 2021’an: Li Tirkiyeyê ji tayînkirina 20 hezar mamosteyên bi peyman, 25 kontenjan ji bo mamosteyên rûsî, 210 kontenjan ji bo mamosteyên Almanî, 503 kontenjan ji bo mamosteyên erebî, hezar û 938 kontenjan ji bo mamosteyên îngilîzî hatin vekirin lê ji bo mamosteyên kurdî tenê 3 kontenjan hatin vekirin.

8’’ê adara 2021’an: Wezareta Karên Hundir ragihand ku sepana KADES’ê ji bo jinên ku tundî li wan tê kirin alikarî bixwazin bi tirkî, farisî, erebî, îngilîzî, rûsî û fransî dest bi xizmetdayînê kiriye. Lê zimanê kurdî ku li Tirkiyeyê piştî tirkî herî zêde pê tê axaftin di nav van zimanan de cih negirt.

12’ê adara 2021’an: Li Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T’yê girtiyê bi navê Nezîr Katar di hevdîtina heftane de ragihand ku gardiyanan bi ser qawîşa wan de girtiye û pirtûkên kurdî  hatine desteserkirin.

19’ê adara 2021’an: MEB’ê di pirtûka danasînê ya bi navê “Bajarê Me Amed” de, peyvek jî behsa kurdan û kurdî nekir û zimanê bajar şiband Tirkiyeya Bakuya Azerbêycanê.

25’ê adara 2021’an: Di danişîna 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de dema ku siyasetmedar û damezirînera Komeleya Jinan a Rosa Ayla Akat Ata xwest bi kurdî parastina xwe bike serokê dadgehê Ramazan Dundar got “Vala neaxive, em fam nakin”

31’ê adara 2021’an: 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê parastina bi kurdî sînor kir û destûr neda ku berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan di dozê de parastina xwe bi kurdî bike.

 

  • Meha nîsanê

6’ê nîsana 2021’an: Li lîseya gundê Girêmîra ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê mamosteyek di hesabê xwe yê Twîtterê de twîtek nijadperest nivîsî û got “Êdî bila tayîna min derkeve ya Xwedê. Tehemila min li axaftina kurdî ya van mirovan nemaye”. Qeymeqamtiya Nisêbînê jî daxuyaniyek belav kir û ev mamoste parast.

7’ê nîsana 2021’an: Wezîrê Perwerdeyê Ziya Selçûk, bersiv da pêşnûmepirsa parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Sidik Taş a derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî de û got ku di mijara zimanê zikmakî de xebatên wan tunene. Wezîr Ziya Selçûk, vê pêşnûmepirsê wiha bersivand: “Li saziyên perwerde û hînkirinê ji bo welatiyên tirk ji bilî tirkî tu ziman weke zimanê wan ê dayikê nikare bê xwendin û hînkirin.”

8’ê nîsana 2021’an: Pêla înkarkirin û tirûşnekirina kurdî gihîşt navçeya Farqînê ya Amedê û qeyimê Farqînê li şûna tabeleya bi kurdî, tirkî û îngîlîzî tabeleya bi tenê tirkî daliqand.

 21’ê nîsana 2021’an: Wezareta Veguhastin û Binesaziyê, di bersiva pêşnûmepirsa Hasan Ozguneş ê HDP’iyê de wiha got: “Ji ber ku zimanê fermî tirkî ye, em ê di balafiran de, zimanê Kurdî bi kar neyînin.”

 

  • Meha gulanê

5’ê gulana 2021’an: Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê navê Cadeya Sîpan guherand û kir Abdûlkadîr Aksû.

8’ê gulana 2021’an: Ji roja ku Komara Tirkiyeyê hatiye avakirin heya niha gelek kesan çav berdaye muzîka kurdî û gelek berhemên wê wergerê tirkî. Derket holê ku qesîdebêj û mirîdê terîqeta Menzîlê Abdûrrahman Onul jî 10 stranên kurdî wergerê tirkî û straye. Stranên kurdî yên ku Onul ew kirine tirkî 2 jê bi zaravaya kirmanckî û 8 jê jî bi zaravaya kurmancî ne.

20’ê gulana 2021’an: Enver Yilmaz ê 41 salî, gava 20 salî bûye li Amedê ji bo mafê perwerdehiya bi kurdî dirûşme berz kiriye. Enver Yilmaz li DGM’ê hat darizandin û hat cezakirin. Lê ji ber ku çalakiya wî li gor qanûnên YE’yê bûn, cezayê wî hat xerakirin. Piştî xerakirina cezayî bi 20 salan, dadgeha îstinafê îxrackirina wî ya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pesend kir.

20’ê gulana 2021’an: Siyasetmedarên di Doza Kobaniyê de tên darizandin têkildarî daxwazên reda dadgerî û tehliyeyê, parastina xwe bi kurdî kirin, lê bêyî ku wergêr hebe daxwazên wan hatin wergirtin.

30’ê gulana 2021’an: Fatîme Demîr a 53 salî, ji bo hevdîtina kurê xwe Emrûllah Demîr çûye Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê. Ji ber ku li qabîneya kêlekê bi kurdî li halê girtiyekî din Cuneyt Aslan pirsiye û jê re gotiye: “Çawa yî baş î?” 6 meh cezayê hevdîtinê li Demîr hat birîn.

 

  • Meha hazîranê

3’ê hezîran 2021’an: Li Cizîra Botan li ber avahiya HDP’ê şahiya ziman hat lidarxistin.

4’ê hezîrana 2021’an: Serokê Giştî yê Partiya Memleket Mûharrem Înce, beşdarî weşana televîzyonekê bû û pirseke rojnamegeran a derbarê perwerdeya zimanê dayikê de wiha bersivand: “Mijara perwerdeya dayikê mijara pedagojiyê ye. Fêrkirina fizîk û bîrkariyê ya bi kurdî tê vê wateyê, “Ey keç û xorta kurd bibe bijîşk lê Îzmîrê peywir neke, li Colemêrgê bimîne. Perwerdehiya bi zimanê dayikê ne li gor pedagojiyê ye.”

*Bi tevlibûna Tora Ziman û Çanda Kurdî, Hevserokê DBP’ê yê Giştî Keskin Bayındır, hevserokê KCD’ê Berdan Öztürk û parlementerên HDP’ê bi daxwaza “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” li Wanê daxuyanî dan.

7’ê hezîrana 2021’an: Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî bi armanca zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê, li gel kampanyaya îmzeyan ku di 22’yê sibatê de dabûn destpêkirin, li gelek deveran mitîngên ziman li dar xistin û bi vî awayî kampanya berfirehtir kirin. Mitîngên ziman li Cizîr, Wan û Amedê bi hinceta pandemiyê hatin astengkirin.

10’ê hezîrana 2021’an: Nûdem Durak ev 6 sal in di Girtîgeha Tîpa M’yê ya Baybûrtê de dimîne û ji ber stranên kurdî 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Ji ber ku stranên bi kurdî gotine mehek cezayê ragihandinê lê hat birîn.

 

  • Meha Tîrmeh

9’ê tîrmeha 2021’an: Li mexazaya Decathlonê ya li navenda danûstendinê ya Tepe Nautilus a li Kadikoya Stenbolê bi nêzî 30 zimanî “Hûn bi xêr hatin” hat nivîsandin, lê kurdî nehat nivîsandin.

10’ê tîrmeha 2021’an: Ji endamên DÎK û DÎAY-DER’ê ku 7 rojan di binçavan de man ji ber ku bi kurdî xutbe xwendine û li pêşiya cimaetê nimêj kirine 9 ji wan hatin girtin.

18’ê tîrmeha 2021’an: Hozan Arhat (Raşît Ozçakar) ji ber ku li Beykoza Stenbolê, di dawetekê de bi kurdî stra hat binçavkirin.

 

  • Meha tebaxê

19’ê tebaxa 2021’an: Serlêdana xebatkarê tenduristiyê Selahattîn Barinç ê ku di sala 2016’an de bi KHK’ê hatibû îxrackirin piştî 3 salan ji hêla Komîsyona OHAL’ê ve hat redkirin. Di biryara ku ji Barinç re hat şandî de, komeleya Kurdî-Der wek komeleyên ku “alikariyê didin rêxistinê” hat pênasekirin û endamtiya saziyê wek sûc hat dîtin.

22’yê tebaxa 2021’an: Li Girtîgeha Xarpêtê hevseroka KCD’ê Leyla Guven hevseroka rêxistina HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik û cîgira seroka giştî ya Partiya Bindestan a Sosyalîst (ESP) Fethiye Ok Çîçek jî di nav de derbarê 9 girtiyên jin de bi hêceta bi kurdî strane û zimanê ku nayê fahmkirin sirûd xwendine lêpirsîn hat destpêkirin. Rêveberiya girtîgehê, bi heman hincetê, mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê li 9 jinan birî.

24’ê tebaxa 2021’an: Dîdem Arslan a ku di kanala televîzyona Show TV de bernameyekê pêşkêş dike, mevana xwe ya ku xwest bi kurdî biaxive ji ser telefonê girt û got “Bi tirkî biaxive, ev der Komara Tirkiyeyê ye”.

27’ê tebaxa 2021’an: Du kes ji ber parvekirinên xwe yên derbarê Efrînê de hatin darizandin û dadgehê derheqê wan de biryara beraetê da. Lê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta “hevokên bi kurdî parve kirine” îtiraz kir.

 

  • Meha îlonê

5’ê îlona 2021’an: Mehmet Emîn Ado ku li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa T’yê tê girtin, diyar kir ku jê xwestine navên kesên bi kurdî bi wan re hevdîtinê dikin bi daxwaznameyekê ragihîne.

7’ê îlona 2021’an: Li Hevşaredara Qerayaziyê Melîke Goksû û 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ne, ji ber ku stran gotine û govend gerandine mehekê cezayê ragihandinê li wan hatiye birîn.

10’ê îlona 2021’an: Li ser derenceya dibistana li taxa Onûr a navçeya Seyhana Edeneyê ku piranî kurd lê dijîn nivîsa ‘Ya bi tirkî biaxive ya jî bêdeng be’ hat nivîsandin.

13’yê îlona 2021’an: Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve ji ber bi kurdî stran gotine û govend gerandine bi cezayê disîplînê hatin tehdîtkirin.

15’ê îlona 2021’an: Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven û Hevseroka Rêxistina Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Hulya Alokmen ku li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tên girtin, ji ber govend gerandibûn û stranên kurdî gotine cezayê ragihandinê li wan hatibû birîn. Guven û Alokmen beşdarî rûniştina lêkolînê ya itîraza li dijî vê biryarê bûn û xwestin parastina xwe bi kurmancî bikin. Lê belê dadgêr bi şertê ku heqê wergêran ji aliyê hevserokan ve bê dayîn û jixwe bi tirkî dizanin daxwaza parastina bi kurmancî red kir.

29’ê îlona 2021’an: Li navenda Bedlîsê, ayeta Sûreya Îhlasê ya Qurana Kerîm ku kurdî jî di nav de bi 5 zimanan hatibû nivîsandin, hat rakirin û piştî ku kurdî jê hat derxistin careke din hat daleqandin.

 

  • Meha cotmehê

1’ê cotmeha 2021’an: Di serdema nû ya xebatê de li parlamentoya Tirkiyeyê sîstema dijîtal a wergera rasterast ji bo parlamenteran hatibû dabînkirin. Li gor biryara parlamentoyê li Parlamentoya Tirkiyeyê di çarçoveya vê sîstemê de bi zimanên fransî, rûsî, îngîlîzî û erebî werger ji bo parlamenteran bihata kirin. Lê di vê sîstemê de terciha zimanê kurdî nehatibû dayîn û ev yek bûbû cihê nerazîbûn û rexneyan. Piştî rexneyan digel ku zimanê kurdî li vê sîstema wergera rasterast bê zêdekirin, Wekîlê Serokê Parlamentoyê biryar da ku sîstem bi temamî bê rakirin. Weke danîna sîstemê, rakirina wê jî karvedan li pey xwe anîn û kurdî bû ‘sedema betalkirina sîstemê.’

16’ê cotmeha 2021’an: Şahiya konserê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ku ji bo salvegera 30’emîn damezrandina xwe bi dirûşmeya ‘Berbang’ li Navenda Çanda Bostanci pêk bianîna ji aliyê Qeymeqamtiya Kadikoyê ve hat qedexekirin. Ji bo qedexeya konsera ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve destûrê wê hatibû dayîn weke hincet jî ‘ewlehiya neteweyî, nîzama cemaweriyê, ihtimala sûckirinê, maf û azadiya kesên din bixe xetereyê’ hatin nîşandan.

27’ê cotmeha 2021’an: Qeyûmê Amedê, tabeleya kurdî ya Zarokîstana ku di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve li taxa Bagcilar a Rezanê hatibû vekirin û bi kurdî û zaravayên wê perwerde dida zarokan daxist û li şûnê tabeleya bi tirkî ‘Bagcilar Kreş ve Gunduz Bakimevî’ daleqand.

 

  • Meha mijdarê

3’yê mijdara 2021’an: Di hevdîtinên budceyê yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî de bi hinceta ku li dijî Destûra Bingehîn e pêşniyaznameya HDP’ê ya ji bo ‘zimanê dayikê’ nekirin kirariyê.

14’ê mijdara 2021’an: Lîstika stand up ‘Dawiya Dawî’ ya Meclisa Cîwanan a HDP’ê ya Stenbolê, ji aliyê Qaymeqamiya Fatîhê ve bêyî tu hincet bê nîşandan hat qedexekirin.

15’ê mijdara 2021’an: Şaredariya Keçîorena Enqereyê bi hinceta ku dê kilamên Kurdî werin gotin destûr neda konsera stranbêjê kurd Mem Ararat.

 

  • Meha kanûnê

3’yê kanûna 2021’an: Li Girtîgeha Sîlîvrî ya 3’yan ji bo hevdîtina bi telefonê şertê ‘eger xizmê girtî bi tirkî zanibe’ danî ber girtiyan.

4’ê kanûna 2021’an: Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan siyasetmedar Ayla Akat Ata jî di nav de 51 girtiyên jin, ji ber ku bi kurdî stran gotin û govend gerandin cezayê disîplînê li wan hat birîn. Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T’yê ya Rihayê ku di 7’ê cotmehê de bi ser qawişan de girtibû û li Mehmet Bînîcî dabû, ji ber ‘govenda kurdî’ derbarê Bînîcî de lêpirsîn da destpêkirin.

5’ê kanûna 2021’an: Walîtiya Mêrdînê, bi hinceta ‘pandemiyê’ lîstika şanoyê ya kurdî Tartûfe ya Şanoya Bajar a Amedê qedexe kir. Lê derket holê ku walîtiyê destûr daye lîstikeke din a şanoyê ya bi tirkî ya bi navê ‘Agaçlar Ayakta Olur’.

8’ê kanûna 2021’an: Cîgirê Serokê Meclisa Tirkiyeyê Sureyya Sadi Bîlgîç, axaftina bi kurdî ya endama Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî û parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucuyê qut kir û mîkrofona wê girt.

31’ê kanûna 2021’an: Îdianameya endamên DÎAYDER’ê yên ji ber xwendina xutbeya bi kurdî hatin girtin, hat qebûlkirin. Di îdîanemeyê de hat îdiakirin ku xutbeya ji aliyê melayan ve hatiye dayîn ne zaravayekî herêmî yê kurdî ye û kurdî kirine mijara sûcdariyê. Dozger di îdianameya xwe de peyvên weke ‘Civak, Bawermend, Hêja, Jiyan, Asteng, Parastin, Dawî, Hember, Rûmet, Taybet’ ku di xutbeyê de hatine gotin kir ‘termînolojiya rêxistinê’ û weke sûc diyar kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar