Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

HDP’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

HDP’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirî wi ev tişt got: “Em careke din bang dikin; divê zimanê kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin. Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û hemû astengiyên li ser kurdî bên rakirin.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê pîroz kir. HDP’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên li ser zimanê kurdî.

Daxuyanî wiha ye: “Di sedsala dawî de li aliyekî qedexe, astengî û polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, li aliyê din jî berxwedaneke bêhempa li dijî van polîtîkayan hat dayîn. Zihniyeta ku ji xwe re tunekirina zimanê Kurdî kiribû armanc, di sedsala dawî de ev polîtîka bi gelek rê û rêbazan meşand û îro jî dimeşîne.

15’ê Gulana 1932’an di dîroka têkoşîna li dijî êriş û qedexe û tunekirina Kurdî de, rojeke dîrokî ye. Ew roj, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, tovê şoreşeke rewşenbîrî û ronahiyê hat avêtin û Kovar hat derxistin. Hawar di dîroka Kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latînî hatiye derxistin.

Di ser derxistina Kovara Hawarê re 90 sal derbas bûn. Di 90 salan de Kovara Hawarê bi her awayî di warê pêşvebirina ziman û çanda Kurdî de roleke sereke lîstiye û mohra xwe li dîroka rewşenbîriya Kurdî xistiye. Kovara Hawarê, nîşan daye ku xîret û xebata ji bo Kurdî tu polîtîkayên bişaftin û tunekirinê nas nake. Loma jî Kovara Hawarê ne tenê kovarek, her wekî din dibistanek e û îro jî îlhamê dide xebatên Kurdî. Ji ber vê jî ji sala 2006’an vir ve 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di dîroka Kurdan de û piranî di sedsala dawî de qedexe, zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî kêm nebûye. Ji ber ku serdest baş dizanin riya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wan e, loma bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina zimanê Kurdî meşandine. Ew polîtîka îro jî bi her awayî didome. Zimanê Kurdî îro jî ne zimanê perwerdehiyê ye, zarokên Kurdan îro jî ji mafê perwerdehiyê mehrûm in. Kurdî îro jî ji qada gelemperî tê bidûrxistin û bi awayekî fermî nayê naskirin. Em van polîtîkayan qebûl nakin û li dijî van polîtîkayan em ê wek doh têkoşîna xwe îro û sibê jî bimeşînin. Em careke din bang dikin: Divê zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser Kurdî bên rakirin.

Bi wesîleya vê rojê û di 90’emîn salvegera damezirandina Kovara Hawarê de, em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd, li Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî û li hemû xemxur, xebatkar û dildarên Kurdî pîroz dikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar