Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê coş da kolanan

Li bajarên Êlih, Colemêrg, Agirî, Wan, Mûş û Dîlokê bi tevlêbûna parlamenter, namzetên hevşaredariyê, endam û rêveberên HDP’ê xebatên hilbijartinê meşandin. Di xebatan de hat gotin ku dê şaredarî ji qeyûman bên rizgarkirin

Xebatên hilbijartina rêveberiyên herêmî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên Êlih, Colemêrg, Agirî, Wan, Seray, Artemêtan, Reya Armûşê, Şax, Mûş, Gimgim, Melezgir û Dîlokê daketin qadan û xebatên hilbijartinê meşandin.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, HDP a Êlihê li Bûlwara Tûrgût Ozal buroya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina buroyê de parlementerên HDP’ê yên Êlihê, namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Êlihê yên HDP’ê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz jî amade bûn. Di merasîmê de Sabrî Ozdemîr ku namzetiya wî ji aliyê Desteya Hilbijartinê ve hatibû betalkirin jî amade bû û axivî.

‘Ya girîng armanc e’

Sabrî Ozdemîr got ku di 30 salan de bi hezaran endam û rêveberên HDP’ê hatine girtin û wan bedelên giran dane. Ozdemîr diyar kir ku ji bo wan ne kes, armanc girîng e û ji bo vê jî dê li dora namzetên xwe bibin xelek. Namzet Songul Korkmaz jî çalakiya Guven silav kir û xwest ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Korkmaz diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman re, derbe li îradeya gel hatiye xistin û êrîşên qeyûmê Êlihê bi bîr xist. Korkmaz daxuyand ku wan kiryarên qeyûman ji bîr nekirine û dê ji bo têkbirina qeyûma mal bi mal, tax bi tax têbikoşin.

COLEMÊRG

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê Samî Beşer û Felem Aker tevî rêveberên HDP’ê çûn serdana esnafên Rêya Cûmhûriyetê. Namzetan ji esnafan re qala projeyên xwe kirin.

AGIRÎ

Namzetên hevşaredariyê yên Şaredariya Agiriyê  Abdurrahman Dogar û Yelîz Karaaslan bi çapemeniya herêmî re civiyan. Di civînê de parlamenterên HDP’ê Abdullah Koç, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek rêveberên partiyê jî amade bûn. Namzetan di civînê de diyar kir ku Agirî hatiye paşguhkirin û vê jî rê li ber koçberiyeke mezin vekiriye. Namzetan got ku ew bi bawerin û xebatên xwe didomînin.

MÛŞ

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de HDP’a Mûşê jî li ser Cadeya Îstasyonê ya li taxa Zafer, buroya hilbijartinê vekir. Di merasîma vekirina buroyê de parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mansûr İşik, namzetên hevşaredariyê Sirri Sakik û Sîbel Genç û rêveberên HDP’ê jî amade bûn. Di merasîmê de Sirri Sakik axivî û bal kişand ser darbeya 2’yê adara sala 1994’an. Sakik anî ziman ku tevî zextan jî têkoşîna wan her ku diçe mezintir dibe û dê tu caran li dijî zordestiyê bêdeng nemînin. Piştî vekirina buroyê, namzetan bi gel re sihbet kir.

GIMGIM

Li navçeya Gimgim a Mûşê jî parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Çoşkun û namzetên hevşaredariyê Ulku Karaaslan û Mahmût Yalçin belavok belav kirin. Di dema belavkirin belovakan de namzetan girîngiya hilbijatinê ji gel re vegot.

MELEZGIR

Li navçeya Melezgir a Mûşê jî namzeta hevşaredariyê Munevver Ceylan û rêveberên HDP’ê li taxan geriyan û bi gel re axivîn. Ceylan ku rastî eleqeyeke mezin a jin û zarokan hat diyar kir ku HDP hêviya gelane.

DÎLOK

HDP’a Dîlokê jî xebateke mezin a hilbijartinê dimeşîne. Di çraçoveya xebatan de jî çûn navçeya Ereban. Di şandeya HDP’ê de parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrul, hevserokê HDP’ê yê bajêr Muslum Kiliç, namzetê endamê Meclisa Şaredariyê ya Ereban Kemal Akbulut, Orhan Ayhan, Mehmet Bozkurt, Ahmet Erturk, Hasan Sabanc û Suleyman Yagci amade bûn. Şandeyê ji navenda Dîlokê heta navçeyê bi wesayîtan tûr hatin avêtin. Niştecihên navçeyê jî bi nîşaneyên serkeftinê HDP’î silav kirin. Di civîna bi gel re Togrul da zanîn ku stratejiya HDP’ê ya li Dîlokê dê derbekê mezin li tifaqa faşîzan a AKP û MHP’ê bide.

WAN

Li navçeyên Erdîş, Artemêtan, Rêya Armûşê, Şax û Serayê jî namzetên HDP’ê yên hevşaredariyê, parlamenterên HDP’ê û endam û rêveberên HDP’ê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê xebatên hilbijartinê meşandin. Şandeyên xebatê buroyên hilbijartinê vekirin û mal bi mal geriyan û bi gel re civiyan. Di xebatan de çalakiyên greva birçîbûnê hatin silavkirin û hat xwestin ku di zûtirin dem de tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Namzetên hevşaredariyê destnîşan kirin ku dê gelê Wanê şaredariyên xwe ji qexpa qeyûman rizgar bikin û bajarê xwe birêve bibin. Namzetan gefên Erdogan ên ji bo tayînkirina qeyûman bi bîr xist û xwestin ku gel guh nede van gefan.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar