Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê dest bi nobeda edaletê kir

Wekîlên HDP'ê ji bo betalkirina guhertina qanûna înfazê ya cihêkar serî li DDB dan û dest bi nobeda edaletê kirin

Navenda Nûçeyan

Wekîlên HDP’ê ji bo betalkirina guhertina qanûna înfazê ya cihêkar serî li DDB dan û dest bi nobeda edaletê kirin. Wekîlan bal kişandin ser îşkenceya giran a li Îmraliyê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo betalkirina guhertinên di qanûna înfazê de hatine kirin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan. Bi vê armancê, alîkarê hevserokên giştî yên HDP’ê yê ji Hiqûqê û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede, serokwekîla koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî di nav de koma HDP’ê ya meclîsê û gelek parêzer li pêşiya DDB’ê li hev kom bûn.

HDP’yiyan berdîlkên bi nivîsa “Destpêkê Edalet” li xwe kirin, lê ji ber dorpêçiya polîsan biryar dan ku li nava parkê daxuyaniyê bidin.

Umît Dede bi bîr xist ku ji ber guhertina di qanûnê de hatiye kirin li dijî Destûra Bingehîn e wan beriya 8 mehan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan, lê heta niha DDB’ê mijarê nexistiye rojeva xwe. Umît Dede got ku ev guhertin li dijî hiqûqê ye û wiha got:“ Girtîgehên Tirkiyeyê her tim navendên binpêkirina mafên mirovan in. Bi guhertina qanûnan di navbera girtiyên edlî û yên siyasî de cihêkarî hat kirin. Girtiyên di ser 65 salî re jî nehatin berdan. Lê belê serçeteyên li girtîgehan hatin berdan.”

Umît Dede bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan û bi bîr xist ku niha li girtîgehan li dijî binpêkirina mafên mirovan di nava şert û mercên şewbê de greva birçîbûnê heye û DDB ji jiyana van girtiyan berpirsyar e.

Umît Dede ragihand ku yek ji sedemên greva birçîbûnê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, ” Li girava Îmraliyê ji bo betalkirin sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê ku bi raporên CPT jî hatiye tespîtkirin, parêzeran 19 caran serî li DDB’ê dan, destûr nayê dayin. Ne tenê serlêdanên salên 2019 û 2020’î, bi giştî 39 serlêdan hatine kirin, lê biryareke tenê ya DDB’ê ya betalkirinê nîne. Ji rejîma derveyî hiqûqê ya li Îmraliyê û ji belavbûna vê rejîmê li girtîgehên din DDB berpirsyar e. Em ê bi daxwaznameyên xwe ji DDB’ê bixwazin ku qanûna înfazê ya cihêkar tavilê bixe rojeva xwe û rawestîne. Ji ber bepirsyariya civakî ya li pêşberî grevên birçîbûnê em dixwazin serlêdana têkildarî Birêz Ocalan hatiye kirin, biryar li ser bê dayin û dawî li vê kiryara bêhiqûqî bê anîn. Her wiha em ê ji DDB’ê bixwazin ku daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin.”

Piştî ku parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê daxwazname pêşkêş kirin, wekîlên HDP’î bi berdilkên “Destpêkê edalet” dest bi çalakiya rûniştinê ya nobedê kirin.

Piştî ku Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar hatin cihê çalakiyê wê wekîlên HDP’î dawî li nobedê bînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar