Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike

Gelek endamên HDP’ê di 21ê Sibatê de dê dest bi perwerdehiya kurdî bikin. Hevberdevkê Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan diyar kir ku li dijî polîtîkayê bişaftinê yên li ser zimanê kurdî dê tekoşîna xwe bilindtir bikin

Zext û pêkutiyên li ser zimanê kurdî her ku diçe zêdetir dibin û ji ber polîtîkayên zimankujî û çandkujiyê, zimanê kurdî rewşeke xeternak de ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku bikaribe rê li ber van polîtîkayan bigire, di mehên borî de plansaziyeke zimanî amade kiribû û wek Nexşerêya Kurdî weşandibû. Ji bo ku ew nexşerê bê bicihkirin, naveroka dê bê bihêzkirin û dewlemendkirin Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî hat avakirin. Yek ji mijara girîng a vê plansaziyê jî perwerdehiya kurdî ya navxweyî ye.

Di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de dê HDP perwerdehiya kurdî (kirmanckî-kurmancî) ya navxweyî bide destpêkirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, endamên Lijneya Birêvebirina Navendî, endamên Meclisa Jinan, endamên Meclisa Partiyê, parlementer, hevserokên bajar û navçeyan, rêveberên partiyê û şêwirmendên HDP’ê jî di nav de gelek endamên HDP’ê tev li vê perwerdehiyê bibin. Perwerdehî dê bi zaraveyên kirmanckî û kurmancî be û heta 4 astan bê dayîn. Ji bo vê jî dê gelek pol bên vekirin.

Polîtîkayên neyartiyê

Hevberdevke Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî Salîm Kaplan, têkildarî perwerdehiya kurdî ya navxweyî û kampanyaya ku dane destpêkirin axivî û nirxandinan kir. Kaplan diyar kir ku polîtîkayên tunekirina zimanê kurdî di rojevê de ye û wiha got: “Bi desthilata AKP-MHP’ê êrîşên li ser zimanê kurdî kûrtir bûn. Her çiqas gavên mîna TRT-6 û beşên kurdî yên li zanîngehan hatibin avakirin jî nêzikbûn û polîtîkayên desthilata AKP’ê yên ji bo zimanê kurdî şaş in. Lewre beşên li zanîngehan hatin avakirin ne li ser ser navê kurdî ne. Vê jî ji bo bişaftina zimanê kurdî weke amûr bi kar tînin. Jiber vê yekê her diçe li ser bişaftina zimanê kurdî polîtîkayên neyartiyê kûrtir dibin. Em vê di salên dawîn de bêtir dibinin. Ji ber axaftina bi kurdî kurd bi kuştinê rû bi rû man.”

‘Gelek rexne dihatin’

Kaplan da zanîn ku ji bo HDP’ê hemû ziman girîng in û têkildarî polîtîkayên ziman ên partiya xwe ev tişt anî ziman: “HDP di rêziknameya xwe de diyar kiriye ku pir zimanî, çandî, olî diparêzê. Ji ber xetereya li ser zimanê kurdî bi destê HDP’ê ji bo lê xwedî derketina kurdî têkoşîneke bêhampa tê dayîn. Di pêşerojê de jî ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî helwest nîşan dabû. Gelek caran ji bo li meclisê komîsyona zimanê kurdî were avakirin û zimanê kurdî di zagonan de cih bigire gelek kar û xebatên HDP’ê çêbûn. Lê mixabin hin nakokiyên me hebûn. Ev nakokî çibûn? Di nav partiyê de jî zimanê kurdî weke zimanêki esasî nehat rûniştandin. Kêmasiyên HDP hebûn, weke rexnedayî em dikarin nêzîk bibin. Gelek cara ji dostên me jî di vê çerçoveyê de de rexne dihatin.”

 Komîsyonek hat avakirin

Di axaftina xwe de Kaplan destnîşan kir ji bo ku li gorî rêziknameya xwe li zimanê kurdî xwedî derkevin û polîtîkayên bişaftinê bişikînin pêwîstî bi gavavêtina wan hebûye û wiha domand: “Jixwe HDP têkoşîna zimanê zikmakî weke polîtikayeke esasî dimeşîne, di nava partiyê de ji bo ku  zimanê kurdî bibe zimanê esasî kar û xebatek hewce bû. Ji ber vê yekê komîsyonek hat avakirin, ev komîsyon xwe bi navê şopandina nexşerêya zimanê kurdî da pênasekirin. Ev komîsyon ji 2 hevalên MYK’ê, hevalekî PM’ê, 4 hevalên parlementer û 4 şêwirmendan pêk tê.”

Xebatên komîsyonê

Her wiha Kaplan têkildarî xebatên komîsyonê jî ev agahî parve kirin: “Wê çi bike ev komîsyon? Destpêkê ji bo ku zimanê kurdî di nava partiyê de bibe zimanê bingehîn dê li tevahiya rêxistinên navçe û bajaran; di nava PM, MYK, koma meclisê, koma şêwirmendan de perwerdeya zimanê kurdî bê destpêkirin. Wê ev perwerde di 21’ê Sibatê de dest pê bike. Destpêkê dê 200 kes di nav van de şêwirmend, parlementer, endamên MYK’ê, PM’ê, hevserokên navçe û bajaran jî hene tev li perwerdeyê bibin. Wê her du hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî bibin şagirtê perwerdeya zimanê kurdî.

Kar û barê komîsyonê ne tenê perwerde ye. Di heman deme de wê komîsyon ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî jî têbikoşe. Ji bo vê komîsyoneke dîplomasiya zimanê kurdî jî hat avakirin. Wê ev komîsyon girêdayî komîsyona nexşerêya zimanê kurdî xebatên xwe bike.

Ziman êdî nayê parastin tê qetilkirin. Ji bo ev rewş bê teşhîrkirin dê komîsyonek di nav xebatên me di cih bigire. Wê Enstîtuya Kurdî, Med-Der,  gelek rewşenbîr û nivîskar ji bo zimanê kurdî bi komîsyona me re bixebitin.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar