HDP’ê encamnameya civîna xwe ya ku di 10’ê tîrmehê de li Amedê pêk anî, bi raya giştî re parve kir. Di encamnameyê de hate destnîşankirin ku li dijî polîtîkayên şer, ji bo aştiyeke mayînde û demokratîk dê civînên gel, panel, gotûbêj û mitîngan li dar bixin
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 10’ê tîrmehê ku bi tevlêbûna hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û endamên Meclisa HDP’ê li Amedê pêk anî, bi raya giştî re parve kir.
HDP’ê di encamnameyê de diyar kir ku dê li dijî tecrîdê û faşîzmê heta dawiyê têbikoşin û dê desthilatdariyê vexwînin demokrasiyê. HDP’ê ragihand ku ji bo desthilatdariyê bikişînin nava daxwazên civakê yên weke demokrasî, aştî û azadiyê û van daxwazan bi desthilatdariyê bidin qebûlkirin, dê têkoşîna xwe geştir bikin.
Xalên encamnameyê
Xalên di encamnameya HDP’ê de hatine destnîşankirin wiha ne:
“* HDP, ji bo xurtbûna tifaqa demokrasiyê çi bikeve ser milê wê dê bike.
* Dê seferberiya me ya rêxistinbûnê bênavber bidome. Rêxistinên me yên navçe û bajaran kampanyaya endamtiyê daye destpêkirin.
* Pirsgireka Tirkiyeyê ya sereke, nebûna destûra bingehîn a demokratîk e. Partiya me ji bo destûra bingehîn a demokratîk ku gelan û baweriyên cuda dixe nava xwe dest bi xebatê kiriye. HDP dê destûra bingehîn a di çarçoveya lihevhatina civakê de esas bigire.
* Wekî HDP’ê ji bo destûra bingehîn a demokratîk çi berpirsyarî bikeve ser milê me, em ê bikin. Ji bo paketa ‘Reforma Darazê’ dê fikr û nerînên rêxistinên civakên demokratîk bên guhdarkirin.
*HDP ji bo kesên ji ber fikrên xwe û gotinên xwe hatine girtin bên berdan, ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, akademîsyen xwendekarên zanîngehê karibin ji ber fikrên xwe û îfadeyên xwe neyên darizandin û girtin, di bin navê ‘Ji siyaseta demokratîk û fikir re azadî’ dê kampanyayê bide destpêkirin. Dê civînên gel û mitîngan li dar bixe û kampanyaya îmzeyan bidin despêkirin.
* Li dijî krîza aboriyê û ji bo ku xizanî û betalî bê astengkirin, dê pergala kooperatîfan, komunên aborî, torên piştevaniyê û hwd. bi rêxistin bike.
* Li dijî polîtîkayên şer, ji bo aştiyeke mayînde û demokratîk dê civînên gel, panel, gotûbêj û mitîngan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de dê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmîrê mitîngên bi dirûşma ‘Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re a niha’ mitîngan li dar bixin. Mitînga destpêkê dê di 22’yê tîrmeha 2019’an de li Amedê pêk were. Di 1’ê îlonê de jî dê li gelek bajarên cuda mitîngên bajaran li dar bixin.” AMED