Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê encamnameya komxebata xwe aşkera kir

HDP’ê encamnameya ‘Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk’ a li Wanê parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku hêza herî mezin gel e û armanca wan a sereke ew e ku bi vê hişmendiyê, çanda rêveberiya herêmî ya demokratîk xurtir bikin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya ‘Komxebata Perwerdehiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk’ ku li Wanê li dar xist, aşkera kir. Komxebat bi beşdariya hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî, hevşaredar, parlamenter û endamên meclisa şaredariyan û endamên meclisa giştî yên bajaran pêk hat û 4 roj bi sernavên cuda nîqaş hatin kirin.

Encamnameya komxebata HDP’ê wiha ye:

“Komxebata me bi beşdariya hevşaredarên 3 bajarên mezin, 5 bajaran, 40 navçeyan û 11 bajarokan, endamên meclisên giştî yên bajaran û endamên meclisa şaredariyan pêk hat. Di komxebatê de 4 rojan perwerdehî hat dayîn. Du rojên destpêkê yên kombxebatê bi beşdariya hevşaredar û endamên meclisê pêk hat. Rojên din jî bi beşdariyeke tevlihev çêbû.

Komxebata me baş derbas bû. Di komxebata me de di serî de perspektîfa jinan a HDP’ê, pergala hevserokatiyê, perspektîfa jinan û modela wan a di rêveberiyên herêmî de, têkiliyên fikrên HDP’ê û rêveberiya herêmî, modela me û polîtîkayên pratîka rêveberiyên herêmî, demokrasiya herêmî, neteweya demokratîk û demokrasiya radîkal, polîtîkayên pratîkê û xebatên me yên taxan hatin nîqaşkirin.

Armanca pêkanîna komxebata me ew bû ku di pêvajoyên pêş de fikr û rêbaza xebatan bê destnîşankirin. Di vê çarçoveyê de perwerdehî hatiye dayîn û paradîgmaya şaredariya demokratîk a civakî ya demokratîk esas hatiye girtin û ji bo siberojê nîqaş hatine meşandin. HDP dibistana kesê azad û rêgezên demokratîk a rêveberiyên herêmî ya demokratîk e. HDP bi vê bawere. Em li gorî vê rastiyê tevdigerin û rêveberiyên me yên herêmî xwe dispêrin siyaseta demokratîk. Em li dijî netewe dewletê, dijberiya jinan, pergala yekperestî, rêveberiya burokratîk û feraseta îdare ne. Cihê hemû komên civakî û nasnameyên çandî di nava me de heye. Dikarin xwe îfade bikin û qadên jiyana bi hev re ava bikin, nîqaş bikin û di meclisan de biryaran bidin. Ev jî rêgeza me yê bingehîne.

Demokrasî ji xwecihiyê dest pê dike. Em dikarin bi şaredariyekê feraseta azadîxwaz û demokratîk bi pêş bixin. Ji ber ku tu hêz ji ya gel mezintir nîne. Em dikarin bi vê hêzê çanda rêveberiya demokratîk ava bikin. Ev jî armanca me ya sereke ye. Di van çar rojên civînê de vînek derket holê û di vî warî de xuyabûna xwe nîşan da. Li gel hemû bêhiqûqiyan û astengiyan jî em ê şaredariya civakî û demokratîk ava bikin. Em ê bi feraseta şaredariyeke tevkarî û beşdarî, gelê xwe beşdarî xebatên şaredariyê bikin. Stûna vê ya yekemîn jî bi destê jinan û temsîliyeta wekhev dê pêk were. Di komxebata me de hatiye destnîşankirin ku dê azadiya jinê li ber çavan bê girtin û xebat bê kirin. Azadiya jinê mijareke jiyanî ye. Bêguman afirandina kesê/a azad û civaka demokratîk rêbaza herî girîng a raste rast û beşdariya demokrasiyê îcaraya xebatên me ye. Li dijî îktîdarên li dijberên civakan û pergala dewletê ya kedxwariyê ango mêtingeriyê, dê modela herî çalak a şaredariyên demokratîk, ekolojîk, paradîgma azadiya jinê bê birêvebirin û dê jiyanî bibe.  Em bi vê baweriyê ji hemû şaredariyên xwe re serkeftinê dixwazin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar