HDP’ê giliyê qeyûmê ku îlacên sexte yên dezenfektana belav kir, kir.
Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê giliyê qeyûmê AKP’î yê ku li Amedê dezenfektana sexte li gel belav kiribû kir. Di daxwaznameya HDP’ê de hate ragihandin ku bi hilberandin û belavkirina dezenfektana sexte re tenduristiya gel xistine metirsiyê û xwest, têkildarî berpirsyaran lêpirsîn bê destpêkirin û bên cezakirin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hatiye desteserkirin, li qadên cemaweriyê û saziyên taybet unîteyên dezenftekirina destan bi cih kiribû û dezenfektan li nexweşxaneyan belav kiribû. Eşkere bûbû ku ev dezenfektan sexte ne. AMED