HDP ji bo ku balê bikişîne ser tecrîda li ser Ocalan, grevên birçîbûnê û biryara YSK’ê ya der barê namzetên şaredariyên yên KHK’î dê sibê li Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê dê sibê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û biryara Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya der barê namzetên HDP’ê yên ji KHK’ê hatine îxrackirin, daxuyaniyeke girseyî bide.
Hat zanîn ku HDP dê sibê saet li 15.00’an de li Kolana Hunerê ya li Semta Ofîsê daxuyaniya girseyî ya çapemeniyê bide. HDP’ê bang li hemû welatiyên Amedê kir ku tev li daxuyaniyê bibin. AMED