Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji bo 3 navçeyan serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da

HDP’ê ji ber nelirêtiyên di sindoqan de îtirazî encama hilbijartinên 31’ê Adarê kir. HDP’ê li Tatwan, Kerboran, Wêranşar û Akdenîzê îtiraza encama hilbijartinê kir

Piştî hilbijartinên 31’ê Adarê û nelirêtiyên AKP/MHP’ê li gelek navçe û bajarên Kurdistanê HDP’ê îtiraz kir. Lê belê lijneya hilbijartinê ya navçe û bajarên ku HDP’ê îtiraza encama hilbijartinê kiriye jî ji aliyê YSK’ê ve tê red kirin. Herî dawî HDP’ê ji bo Tewan, Kerboran, Wêranşar û Akdenîzê îtiraz kir.

Li Tetwanê ji bo 2 hezar û 276 dengên hatin betalkirin ji nû ve bên jimartin, HDP’ê serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Lijneya Navçeyê serlêdanê red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê bi heman hincetê îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr kir. Di navbera HDP’ê û AKP’ê de 275 deng ferq hene.

Hat zanîn ku endamê Lijneya Hilbijartinê yê Navçeyê yê CHP’ê jî di redkirina îtîraza HDP’ê de dengê red bikar aniye.

Li Kerboranê îtîraz hat redkirin

Li Navçeya Kerborana Mêrdînê li gorî encamên nefermî AKP’ê bi ferqa 664 dengan bi serket. Namzetên HDP’ê, CHP’ê, Partiya ÎYÎ û namzetê serbixwe Yahya Akkaya ji bo dengên 77 sindoqan ji nû ve bên jimartin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dan. Lijneya Hilbijartinê serlêdanê ango îtîrazê red kir.

Serlêdana AKP’ê qebûl kirin

Li aliyê din rêxistina AKP’ê ya Navçeya Kerboranê ji bo endamtiya meclisê îtîrazî Lijneya Hilbijartina Navçeyê kir û serlêdana wan hat qebûlkirin. Li ser daxwaza AKP’ê lêkolîna hat kirin, 150 dengên dan AKP’ê ji Partiya ÎYÎ re hatin nivîsandin. Her wiha hat tespîtkirin 65 dengên dane HDP’ê bi şaşîtî ji namzetên serbixwe re hatine nivîsandin. Lijneyê biryara raskirina van şaşitiyan da.

HDP’ê îtirazî encama hilbijartina Wêranşarê kir

Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Wêranşarê Roza Yazmaci û Hidir Oktay îtîrazî encama hilbijartina Navçeya Wêranşarê ya Rihayê kirin. Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraza HDP’ê red kir. Li ser vê yekê namzetên HDP’ê yên Wêranşarê îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr kirin.

HDP: Divê dengên Akdenîzê ji nû ve bên jimartin

Li aliyê din HDP’a Mersînê jî ji bo hilbijaritinên navçeya Akdenîz a Mersînê serî li Desteya Hilbijartinê ya navçeyê dabû û dabû diyarkirin ku namzetê şaredariyê yê CHP’ê yê navçeyê Sabît Yelkovan şertên namzetiyê pêk neanîne, lewre îtîraz li encamê kiribû. Lê belê desteya Hilbijartinê ya navçeyê îtîraz red kiribû. Lewre HDP’ê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr a Mersînê da. Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Mustafa Işik diyar kir ku 8 hezar deng li navçeyên hatine betalkirin û namzetê CHP’ê şertên namzetiyê pêk neanîne, lewre divê deste hilbijartinê betal bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar