Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji bo çalakgeran Maseya Koordînasyonê ava kir

HDP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo şopandina tedawiya girtiyên di girtîgehan de, heyet hatine peywirdarkirin û Maseya Koordînasyonê ya Giştî hatiye avakirin. Di asta herêman de jî Maseya Koordînasyonê ya Herêmê û Maseya Krîzê hatiye avakirin

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de dawî li çalakiya xwe anîn. Ji bo şopandina tedawîkirina çalakgerên greva birçîbûnê û çalakgerên rojiya mirinê yên di girtîgehan de, HDP’ê Maseya Krîzê ava kir. Li gorî daxuyaniya Beşa Çapemeniyê ya HDP’ê, ‘Maseya Koordînasyonê ya Giştî’ û ‘Maseya Koordînasyonê ya Herêmê’ hatiye avakirin.

Daxuyaniya HDP’ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê di 26’ê gulanê de hatin bidawîkirin. Niha divê ji bo tendirustiya çalakgerên greva birçîbûnê xebat were kirin. Di vî warî de peywireke mezin dikeve ser rêxistinên tendirustî û kedê. Ji bo birêvebirina pêvajoya tedawiyê û çareserkirina kêşeyan, ji bo hevdîtinên bi rayedar û saziyan re, Maseya Koordînasyonê ya Giştî hatiye avakirin. Li vê maseyê endamên me û parlementerên me hene.

Di heman demê de ji bo şopandina tedawiya girtiyên di girtîgehan de, heyet hatine peywirdarkirin. Di asta herêman de jî Maseya Koordînasyonê ya Herêmê û Maseya Krîzê hatiye avakirin.

Telefona maseya krîzê ya HDP’ê: 0505 164 35 75

Armanca me ew e ku tendirustiya çalakgeran roj berî rojekê baştir bibe.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar