HDP’ê ji bo dengên hilbijartinê yên Mûş û navçeya wê Milazgirê ji nû ve bên jimartin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr da
HDP’ê li dijî encama hilbijartina li Mûşê îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navendî kiribû. Lijneyê îtîraza HDP’ê ya Mûşê red kiribû. HDP îtîraza xwe veguhezand Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr. Li bendê ye Lijneya Bajêr biryarê bide.
Di heman demê de HDP’ê li dijî encamên hilbijartinê ya li navçeya Milazgirê jî îtîrazî Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê dabû. Lijneya Hilbijartinê îtîraza HDP’ê red kiribû. Li ser vê yekê HDP’ê îtîraza xwe veguhezand Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr. Li bendê ye biryar bê dayîn. MÛŞ