Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê ji Meclisê xwest ku li Xalfetiyê lêkolînê bike

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş derbarê îşkenceyên Xalfetiyê, ji Meclisê xwest ku lêkolîn bike

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş îşkenceya ku ji aliyê polîsan ve li welatiyên piştî şer û pevçûna li Xalfetiyê hatibûn binçavkirin, hatibû kirin, bir rojeve Meclisê. Erdogmûş bi pêşniyaza ku da Serokatiya Meclisê daxwaz kir ku Meclis îşkenceya li welatiyên binçavkirî hatiye kirin lêkolîn bike.

Erdogmûş di pêşniyaza xwe de bal dikeşîne ser îşkenceya li welatiyan hatiye kirin û ev tiştî tîne ziman: “Fahrî Alakûş û hevjîna wî Hanim Alakûş dema ku li taxa Dêrto ya şer û pevçûn lê pêk hatibû, tên binçavkirin, îşkenceyeke giran li wan tê kirin. Ji ber vê yekê birîndar dibin û radikin nexweşxaneyê.”

Di berdewama pêşniyazê de Erdogmûş cih dide daxuyaniyên Baroya Rihayê yên têkildarî îşkenceyê û  ji bo ronîkirina bûyerên îşkenceyê û peywirdarên cemaweriyê yên îşkence kirine hesab bidin. Erdogmûş di çarçoveya xala 98’emîn a makeqanûnê û xalên 14 û 15’emîn ên danezana navxweyî ya Meclisê de daxwaz kiriye ku Meclis îşkenceya hatiye kirin, lêkolîn bike. RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar