PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

HDP’ê jinên ku hatine qetilkirin ji wezîr Selçûk pirsî

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jinên ku di meha nîsanê de ji aliyê mêran ve hatin kuştin bir rojeva meclisê

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, têkildarî jinên ku di meha nîsanê de ji aliyê mêran ve hatin kuştin, bi daxwaza ku Wezîra Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê Zehra Zumrut Selçûk bibersivîne, pêşniyarpirsek da meclisê.

Taşemîr di binasiya pêşniyazpirsa xwe de cih da van gotinan: “Bergiriya ku dûrxistina ji bo kesên tundiyê pêk tînin û parastina nêz saz dike; qanûna hejmara 6284 ku ji xurtkirina jinan a madî bigire heta guhertina nasnameyê gelek mafan nas dike û di encama têkoşîna bi salan a rêxistinên jinan ket meriyetê, dema ku bi awayekî çalak pêk bê divê jinan biparêze.”

Taşdemîr di pêşniyazpirsa xwe de ev pirs ji Wezîr Selçûk kirin;

  • Di çarçoveya Peymana Stenbolê de divê merciyên dewletê yên eleqedar bên tespîtkirin û li gorî vê yekê rêbazên têkoşînê bên diyarkirin; hûn ji van awazgehên eleqedar ên ku berpirsyariya xwe bi cih naynin ne agahdar in?
  • Di meha nîsanê ya 2019’an de çend jin di encama tundiya zilaman de jiyana xwe ji dest dane?
  • Sedemên jinên ku di meha nîsanê de jiyana xwe ji dest dane çi ne?
  • Navê jinên ku xeyal û armancên wan ên dayik, hevjîn, xwişk û bira û zarok hebûn û di encama polîtîkayên welat de bûn qurbana tundiya zilaman çi ne?
  • Jinên di meha nîsana 2019’an de hatin kuştin bi kîjan rêbazî hatine kuştin?
  • Derbarê çend jinên ku di meha nîsana 2019’an hatin kuştin biryara dûrxistin û parastinê hebû?
  • Di meha nîsanê de qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak pêk hat? Heke qanûna hejmar 6284 bi awayekî çalak pêk hatibe van jinan çawa hatin kuştin?
  • Ji çend jinên ku hatin kuştin çend zarokên wan hebûn? ENQERE
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar