Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HDP’ê konferansa xwe ya Anatoliyaya Navîn li dar xist

HDP’ê Konferansa Rêxistinbûyînê ya Anatoliyaya Navîn li dar xist. Parlamanter Tayîp Temel di konferansê de axivî û da zanîn ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî cihekî girînge. Temel got ku HDP bi tenê kadroyên ji pêkhateyên din re nikare pirsgirêkên rêxistinî çareser bike û divê kadroyên xwe bi xwe jî bigihîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda xwe ya giştî, bi tevlêbûna gelek endamên xwe yên ji bajarên weke Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî û Kirşehîrê, Konferansa Rêxistinbûyînê ya Anatoliyaya Navîn li dar xist. Di civînê de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel û rêveberên HDP’ê amade bûn.

Di konferansê de parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel axivî. Temel diyar kir ku bi hilbijartina dawî re careke din diyar bû ku HDP di siyaseta Tirkiyeyê de xwedî rolekî girîng û krîtîke. Temel got tekane partiya ku xwedî hêz û paradîgmaya guherandina Tirkiyeyê, HDP ye û wiha dom kir: “Partiya me bi vê hêza xwe bandorekî mezin li siyaseta Tirkiyeyê dike. Lê ji taxan ber bi navendê ve, HDP vê yekê venaguherîne birêxistinbûyînê. Ev konferansên ku em li dar dixin, hewldana ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê ye. Em ê bi hev re vê yekê bikin.”

‘Pêdivî bi kadroyên HDP’ê heye’

Temel destnîşan kir ku pêdivî bi kadroyên HDP’ê heye û wiha pê de çû: “HDP bi hiqûqa pêkhateyan û bi avaniya xwe ya rengîn re xwedî cihekî pir taybete. Xwedî cihekî azade. Lê HDP tenê bi kadroyên ji pêkhateyên din re nikare pirsgirêkên rêxistinî çareser bike. Tevî kadroyên ji pêkhateyên din, divê kadroyên HDP’ê bên gihandin. Divê nîqaşên vê yên akademîk bên kirin û bingeha wê ya fikrî bê avakirin.”

‘Serkeftinên li qadê venaguherin pêngavên birêxistinkirinê’

Herî dawî jî Temel ev tişt destnîşan kir: “Divê serkeftinên li qadê, veguherin pêngavên birêxistinkirinê. Pêwîstî bi birêxistinbûnekî ji herêmê ber bi navendê ve heye. Rabûrdiya me bi van tecrube û pratîkan tejî ye. Di heman demê de serdema heyî ji bo pêkanîna vê yekê gelek derfetan diafirîne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar