Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

HDP’ê lez da xebatên hilbijartinê

HDP’ê bi nêzikbûna hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê re lez dan xebatên hilbijartinê. HDP li aliyekî buroyên hilbijartinê vedike û li aliyê din ziyareta gel û esnafan berdewam dike

Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê yên hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adarê li gelek bajar û navçeyan berdewam dike. HDP’ê lez dan xebatên xwe. Li aliyekî buroyê hilbijartinê vedikin, li aliyê din gel û esnafan ziyaret dikin. Endam û rêveberên HDP’ê yên di vekirina buroyan de hatin cem hev xwestin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawi bibe û daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de pêk bê. Di vekirina buroyê de anîn ziman ku daxwaza Leyla Guven daxwaza milyonan e.

HDP’ê li navçeya Sîweregê ya Rihayê xebatên hilbijartinê bi lez û bez berdewam dike. Jinan li Sîweregê yekem buroya jinan vekir. Di vekirina buroyê de Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Namzetên Hevşaredariyê yên Sîweregê Turan Tuysuz û Emîne Çetîner, dayika Îbrahîm Ayhan ê di 20’ê îlona 2018’an de li Hewlerê jiyanaxwe ji dest da, Zekiye Ayhan û gelek kesên din amade bûn. HDP’ê buro di bin dorpêça polisan de vekir. Dayika Îbrahîm Ayhan Zekiye Ayhan û jinan buroya hilbijartinê vekir. Li vir Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu di vekirina buroya hilbijartinê ya Sîweregê de axivî û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Leyla Guven 108 rojin li dijî terîdê di greva birçîbûnê de ye. Li girtîgehan, Hewler, bakurê Sûriye, Ewropa bi sedan mirov li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Divê demek berî demekê malbat û parêzer bi birêz Ocalan re hevdîtin bikin. Tu tişt ji rewatiya hevdîtina malbat û parêzeran a bi girtiyan re rewatir tune ye. Piştî tecrîda li ser birêz Ocalan, li ser aştiya Tirkiye jî tecrîd pêş ket. Ji bo aştiyek bi rûmet divê berî her tiştî tecrîdkirina birêz Ocalan  bi dawî bibe. Daxwazên Leyla daxwazên me ne.” Jinan di vekirina buroyê de bê navber dirdûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Siverek Ya Me Ye” berz kirin û govend gerandin.

Rêxistina HDP’ê ya Qereyazî û Karaçobanê jî namzetên xwe bi gel dan naskirin û buroyên hilbijartinê vekirin. Di bernameya vekirina buroyê de Namzetê HDP’ê yê Hevşaredariya  Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemaloglu, Namzetên Hevşaredariya Qereyazî Melike Goksu û Burhanettîn Şahîn, namzetên Hevşaredariya  Tekmanê Muzayir Karakuş û Yasen Çelîk, Hevserokê HDP’ê yê Erziromê Muammer Duman û endam û rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kesên din tev li xebatên hilbijartinê bûn. Namzetên HDP’e yên hevşaredariyan li ber avahiya HDP’ê ya Qereyaziyê kom bûn û heta buroya hilbijartinê ya Dortyolê meşiyan. Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemaloglu, çalakiya Leyla Guven û girtiyên zindanan ên li girtîgehan di grevê de ne silav kir û wiha got: “Şaredarî ya gel in. Ya Me Ye, Qerêyazî Ya Me Ye”

Rêxistina HDP’ê ya Cihanbeylî ya Konya jî buroya hilbijartinê vekir. Namzetên HDP’ê yên Cîhanbeylî, Serap Kaya û Mehmet Yalçin û gelek endam û rêvberên HDP’ê tev li vekirina buroyên bûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê û parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Parlamenterê HDP’ê ya Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û rêveberên HDP’ê tev li vekirina buroyê bûn. Kaya diyar kir ku dê xizmeta wekhev  bînin û temsiliyeta wekhev pêş bixin.

‘Guven daxwaza demokrasiyê dike’

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û wiha got: “Leyla Guven ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe ketiye greva birçîbûnê. Guven hem li derve û hem li hundir li gel hemû astengiyan têkoşîna xwe û greva birçîbûnê berdewam dike. Li gel Leyla Guven bi sedan hevalên me yên li girtîgehan di çalakiya grevê de ne. Leyla Guven ne ji bo xwe ji bo aştiya Tirkiye di grevê de ye. Leyla Guven dixwaze ev zalim dawî li vê bê hiqûqîyê bînin. Leyla Guven ji bo demokrasiye bedena xwe daniye holê. Ji bo me tevan aştî, demokrasî û hiqûqê dixwaze. Ji bo vê yekê jî dixwaze tecrîd bi dawî bibe. Em jî ji bo daxwazên Leyla pêk bê li pişt daxwazên Leyla ne. Heta dawî emê bi hevre têbikoşin.” RIHA / ERZIROM / KONYA

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar