Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...
Çarşamba - 27 Kasım 2024

Bîrbirin û têgihîştina PKK’ê

Partiya Karkerên Kurdistanê PKK 27'ê Mijdara 1978'an li gundê Fîsê yê Amedê ji aliyê komek ciwan hat damezrandin. Ji roja damezrandinê heta îro PKK'ê...

Geh gef dixwe û geh jî ji Esed rîca dike!

Dewleta tirk wiha dor lê teng bûye, derî lê hatine girtin ku êdî kunekê jî li kîjan derê dibîne, hewl dide ka belkî hêvîyekê...

HDP’ê li dijî xespa qeyûman ‘Koordînasyona Navendî’ ava kir

Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyan hatine kirin, HDP’ê di nav de hevserok jî ‘Koordînasyona Navendî’ ku ji 15 kesan pêk tê ava kir. Koordînasyan dê li herêman înîsiyatîfan ava bike, kampanyayên îmzeyan li dar bixe û çalakiyên cur bi cur pêk bîne

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê,  ‘Koordînasyona Navendî’ ava kir. Li gorî vê; endamên koordînasyonê ku ji 15 kesan pêk tê dê her tim li navenda giştî bixebitin. Di koordînasyonê de hevserokên giştî, cîgirên hevserokên giştî, berdevkên komîsyonan û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) cih digirin. Di vê çarçoveyê de koordînasyonê heta 1’ê îlonê bernameya çalakiyan amade kir. Piştî 1’ê îlonê jî dê bernameyeke nû bê amadekirin.

Dê di çalakiyên ku di çarçoveya vê bernameyê de bên lidarxistin de were destnîşankirin ku biryara tayînkirina qeyûman ne tenê êrîşeke li dijî HDP’ê, li dijî vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye. Bi vê yekê jî armanc tê kirin ku di biryara tayînkirina qeyûman de bi desthilatê paşde gav bidin avêtin. Li gorî bernameyê, çalakî ne tenê li bajarên bakurê Kurdistanê, di heman demê de dê li bajarên Tirkiyeyê jî bên lidarxistin.

Xebatên koordînasyonê

HDP’ê jixwe biryara çalakiyên bênavber dabû. Koordînasyon jî dê xebatên ji bo bernameyên çalakiyên bêîtaetiya sivîl ên daîmî û girseyî bimeşîne. Ji bo van xebatan jî dê înîsiyatîfên herêmî bên avakirin. Koordînasyonê, plansaziya kampanyayên îmzeyan û çalakiyên nobetê yên daîmî kir. Çalakiya nobetê ya daîmî ku dê li Amed, Mêrdîn û Wanê û yan jî ji van bajaran tenê dê li bajarekî bê lidarxistin jî di nava bernameya koordînasyonê de cih digire.

Mijara herî girîng tayînkirina qeyûman e

Beriya ku qeyûm tayînî şaredariyan bên kirin, HDP’ê plansaziya xwe ya mîtîngên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê kiribûn. Dê mitîngên HDP’ê yên 1’ê îlonê li çar bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Wan û Stenbolê bên lidarxistin. Li bajarên din jî ji bo ku daxwaza aştiyê bê ziman, çalakî dê di plansaziyê de cih bigirin. Rojeve herî girîng a mitîngan jî dê qeyûm û daxwaza paşde gav avêtina qeyûman be.

Mîtîngên li Stenbol û Amedê

Di heman demê de HDP’ê li Stenbolê dest bi xebatên xwe yên mîtîngê kir. Mîtînga li Stenbolê ku vexwînerên wê KESK, DÎSK, TTB û TMMOB in, tê payîn ku bi taybetî di çarçoveya ‘Tifaqa Stenbolê’ ya di hilbijartinên 23’ê hezîranê de, bi awayekî girseyî CHP’î jî tev li bibin.

HDP dê mîtînga xwe ya Amedê jî bi partiyên kurd re li dar bixe. Di mîtîngê de dê daxwazên li dijî tayînkirina qeyûman bînin ziman.

Bername hate rojanekirin

HDP di çarçoveya sernavên ‘Destûra Bîngehîn a Demokratîk’ , ‘Tifaqa Demokratîk’ û ‘Rêya Çareseriyê’ de bi partiyên siyasî, rêxistinên civakî, odeyên pîşesazî û kedê re bernameyeke hevdîtinê derxistibû. Koordînasyonê bi tayînkirina qeyûman re ev bernameye rojane kir û dê rojeva qeyûman jî li her sê rojevan zêde bike û serdanên xwe pêk bîne. HDP bernameya xwe zûtir dide destpêkirin û di vê çarçoveyê de destpêkê di 26’ê tebaxê de bi partiyên siyasî re dest bi hevdîtinan dike.

Her wiha hevşaredarên ku ji peywira xwe hatine dûrxistin jî dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Koordînasyon jî ji ber ku bi vê pêvajoyê re mafê hilbijêran ê hilbijartinê ji holê hatiye rakirin, xebata ku hilbijêr bi awayekî girseyî serî li rêya darazê bidin, bide destpêkirin.  ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar