PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HDP’ê li gelek bajaran bang li gel kir

Li Îdir, Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Mêrdîn û Îzmîrê bi tevlêbûna parlamenter, endam û rêveberên HDP’ê têkildarî berxwedanên greva birçîbûnê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bang li gel hat kirin ku xwedî li berxwedanên greva birçîbûnê derbikevin

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Her wiha di van rojên dawî de bi heman boneyê çalekiyên fedaî jî pêş dikevin. Di vê çarçoveyê de girtiyê siyasî Zulkuf Gezen li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa F ya Tekîrdagê, girtiya siyasî Ayten Beçet li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, girtiya siyasî Zehra Saglam li Girtîgeha Tîpa T ya Oltu ya Erziromê û welatiyê bi navê Ugur Şakar jî li Almanyayê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest dan.

Têkildarî çalakiyên grevên birçîbûnê û yên fedaî, li gelek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê  daxuyanî hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de li Îdir, Şirnex, Cizîr, Silopiya, Hezex, Mêrdîn û Îzmîrê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de tecrîd hat şermezarkirin û bang li hikûmetê hat kirin ku di zûtirin dem de dawî li tecrîdê bînin.

ÎDIR

Bi vê boneyê endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê li avahiya partiyê kom bûn û daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla parlamenterê HDP’ê Habîp Eksîk ve hat xwendin. Eksîk diyar kir ku çalakiya Leyla Guven ket roja 137’an û bi hezaran kes di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Di heman demê de Eksîk çalakvanên ku çalakiya fedaî pêk anîn bi bîr xist û diyar kir ku hikûmet cenazeyan nade malbatan. Eksîk diyar kir ku ev rêbaz di tu exlaq û hiqûqan de nîne. Eksîk xwest ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û pêşî li van mirinan bê girtin.

ŞIRNEX

Li navenda Şirnexê jî daxuyanî li avahiya HDP’ê hat xwendin. Di daxuyaniyê de parlamentera bajêr Nûran Îmîr, rêveberên HDP û DBP’ê û gelek kes amade bûn. Daxuyanî ji hêla Îmîr ve hat xwendin.  Îmîr di serî de kesên çalakiya fedaî pêk anîn bi bîr anî û ji malbatên wan sersaxî xwest. Îmîr daxuyaniya xwe wiha domand: “Polîtîkaya tecrîdê dibe sedama mirinan. Em ê zarokên birûmet ên têkoşîna demokrasiyê tu carî ji bîr nekin. Em ê bi hevre têbikoşin, tecrîdê parçe parçe bikin û civakê azad bikin.”

NAVÇEYÊN ŞIRNEXÊ

Li navçeyên Şirnexê yên Cizîr, Silopiya û Hezexê jî bi heman boneyê daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de tevî endam û rêveberên HDP’ê, gelek welatî jî amade bûn. Di daxuyaniyan de hat gotin ku çalakgerên di greva birçîbûnê de, li dijî zilmê li ber xwe didin. HDP’iyan xwest ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe.

MÊRDÎN

Bi heman boneyê, li navenda Mêrdînê û li navçeyên wê yên Artuklu û Dêrikê jî daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de ji hikûmetê hat xwestin ku daxwazên girtiyan bi cih bîne û rê li ber mirinan bigire.

ÎZMÎR

Li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê jî bi tevlêbûna hevserokên HDP’ê yên Îzmirê Besriye Tekgur, Kadrî Baydur û xizmên girtiyan li avahiya HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Besriye Tekgur ve hat xwendin. Tekgur di daxuyaniyê de destnîşan kir ku Ocalan ev 20 salin di tecrîdê de ye û ji bo rakirina tecrîdê jî çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Tekgur got ku berpirsyarê tecrîda giran AKP-MHP ye. Tekgur anî ziman ku wezareta dadê çav û guhê xwe li çalekiyan girtiye. Tekgur piştre jî çalakiyên fedaî bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Girtî û çalakgerên siyasî yên bi bedena xwe li ber xwe didin, bang li me hemûyan dikin ku em dengê xwe bilind bikin. Ger ku em bi hevre têbikoşin dê bikarin vê tecrîdê bişikînin. Divê rêxistinên demokratîk, saziyên demokratîk û sivîl û hemû cewawerî guh bidin van bangan. Em bang li rêxistinên demokratîk, girseya demokratîk, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û hemû bêşegê civakê dikin ku bêdeng nemînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar