Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

HDP’ê li hewşa meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kir

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel parlamenterên xwe li dijî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP’ê li baxçeyê meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Ewilî Pervîn Bûldan axivî û têkildarî îşkenceya bi helîkoptêrê ya li Wanê hat kirin wiha got: “Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da. Ez wan kiryarên îşkenceya dij mirovane pêk anîne û berpirsyaran û yên wan diparêzin şermezar dikim. Helbet wê nikaribin ser vê îşkenceyê binixumînin. Ji bo kujer û berpirsiyar werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.”

Bûldan destnîşan kir ku operasyonên li dijî partiya wan pêk tê ‘tolhildana siyasî ye’ û ev tişt anî ziman: “Siyasetmedarên me bi kêfî tên binçavkirin. Vê sibehê jî hevşaredara me ya Qersê Şevîn Alaca û endamên meclisê hatin binçavkirin. Opersyonên li dijî partiya me didomin. Em carek din destnîşan dikin ev operasyon ne hiqûqî ne û siyasî ne. Ev operasyon li gorî daxwaza ajanda siyasî ya îktîdara AKP-MHP’ê pêk tên. Ev operasyon dewama operasyona 4’ê mijdara 2016’an a li dijî hevserokên me û paralementerên me û operasyonên darbeya qeyûman e. Em bi operasyonên qirkirinê re rû bi rû ne. Her ku îktîdar winda dike, êrîşên xwe hin bêtir zêde dike. Di hedefa wê ya ewil de jî HDP heye. Dixwazin rêxisinbûna me û têkoşîna me tasfiye bikin. Plana têkbirina demokrasiyê disepînin. Hûn nikarin li ber bilindbûn, mezinbûn û herikîna HDP’ê bisekinin.”

‘Dê planên wan bi ser nekevin’

Bûldan diyar kir ku îktîdar her çiqas berga siyaseta demokratîk a HDP’ê bigire dê ew zemîna siyaseta demokratîk mezin û bi hêz bikin û wiha got: “Dê planên terorîzekirina HDP’ê pûç derkevin û bi ser nekevin. Hûn dikarin bi şev û roj hesabê 50+1 bikin. Hûn dikarin bi qanûnên hilbijartinê bileyîzin. Lê vê qet ji aqilê xwe dernexin; wê ne hesabên îktîdara we dê xeyalên demokrasiyê, aştî, edalet û demokrasiyê yên gelên Tirkiyeyê pêk werin. Ne faşîzm dê teqez demokrasî bi ser bikeve.”

‘Em vê lîstikê bi hev re xera bikin’

Bûldan da zanîn ku sûcek hevalên wan siyasetmedar hebe jî birêvebirina siyaseta demokratîk e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “A esil divê ne HDP’ê werin binçavkirin û darzandin. Yên ku werin binçavkirin divê kujer û berpirsiyarên Roboskî, 5’ê Hezîranê, Pirsûs û Enqereyê, Soma, Çorlû, Sakarya, Afyon û îşkenceya bi helîkoptêrê, yên nelirêtiyê, diziyê û sûcên nefretê dikin werin girtin û darizandin. Demildest hevalên me berdin. Heke hûn wisa wêrek in werin em li meclisê demildest komîsyona lêkolînê ya ji bo 6-8’ê Cotmehê ava bikin û bi rehendên wê rastegîn lêkolîn bikin û derxin holê. Îktîdara AKP-MHP’ê li gorî planên xwe yên siyasî Tirkiye û siyasetê qefle dikin. Em vê lîstikê bibînin. Em vê lîstikê bi hev re xera bikin. Ev vê qeflekirinê bi hev re bi yekitiya hêza gelan û demokratîk ji pêşiya xwe rakin.”

Çalakiya rûniştinê

Piştî Bûldan, Mîthat Sancar axivî û operasyona li dijî partiya xwe wek ‘operasyona darbeya siyas’” nirxand û wiha got: “Em partiya sêyemîn a meclisê ne. Em ê mafê xwe yê muxalefetê di her platformê de bikar bînin. Me îro biryar girt ku em ê beşdarî merasîma vekirina meclisê nebin. Ev ne helwestek li dijî meclisê ye. Meclis yek ji platforma herî girîng a siyaseta demokratîk e. Li dijî ewqas neheqî, bêhiqûqî û zilmê ne li Desteya Giştî ya Meclisê, li baxçeyê meclisê me xwest ji gelên xwe ragihînin û me vê wek rêbazek guncav dît. Em ê li baxçeyê meclisê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Heta ku Desteya Giştî ya Meclisê bidome em ê di çalakiya rûniştinê de bin.”

Piştî axaftinan hevserok Bûldan û Sancar û parlamenter li baxçeyê meclisê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar