Li Mûşê bi piraniya wan ku dengên HDP’ê ne 2 hezar û 500 deng hatin betalkirin. HDP ji bo ev deng ji nû ve bên jimartin îtîraz kir
HDP’ê li Mûşê têkildarî encamên hilbijartinê ku bi piraniya dengên wan bi qasî 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin daxuyaniya çapemeniyê da. Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Mensûr Işik, namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç beşdarî daxuyaniyê bûn. Sakik axivî û diyar kir ku li gorî daneyên di destên wan de encamên hilbijartinê yên li gorî Ajansa Anadolyê hatine aşkerekirin ne rast in û da zanîn ku li gorî lêkolîna wan di 103 sindoqan de xetayan tespît kirine, 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û ji bo dîsa jimartin bê kirin dê daxwaz bikin.
Di axaftina xwe de Sakik da zanîn ku dema AKP îtîrazî encaman dike YSK qebûl bike û bang li gelê Mûşê kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
Her wiha piştî daxuyaniyê heyeta HDP’ê çû Lîjneya Hilbijartinê ya Bajêr û îtîrazî encamên hilbijartinê kir. MÛŞ