Rêxistina HDP’ê ya Rihayê bi şîara ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 3’Yemîn a asayî kir
Rêxistina HDP’ê ya Rihayê, bi şîara ‘Em bi hêvî û wêrekî xwe birêxistin bikin û faşîzmê têk bibin’ dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 3’yemîn a asayî ku dê 10’ê mijdarê bê lidarxistin, kir. Parlamenterên HDP’ê yên bajar Ayşe Surucu û Omer Ocalan, endamên Meclisa Partiyê Îbrahîm Erkul, Haret Alp, aktîvîstên TJA’yê jî di nav de HDP’î li navçeyên navendî Xelîliye û Eyyûbiyeyê esnafan ziyaret kirin û têkildarî kongreyê belovak belav kirin û gel vexwendin kongreyê.
Surucu banga tevlibûna kongreyê kir û ev tişt anî ziman: “Li dijî êrîşên ku li ser gelên me hatine destpêkirin, em bi awayekî topyekûn li dora HDP’ê bibin xelek û li partiya xwe xwedî derkevin.”
Dê HDP’î heta dawiya rojê li navend û navçeyên Rihayê bigerin û gel vexwînin kongreya xwe. RIHA