Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê li ser ‘dijminatiya li kurdan’ raporek amade kir

HDP li ser ‘dijminatiya li kurdan’ a dewleta tirk raporek amade kir. Rapor ji aliyê Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede û parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû ve li Enqereyê bi civîneke çapemeniyê hate aşkerakirin.

Di raporê de qala polîtîkayên dewletê yên dijminatiya li kurdan tê kirin ku di nava 3 mehên dawî de hatin meşandin.

Çend ji tespîtên di raporê de hatin kirin wiha ne:

  • Kurd û mûxalîf hîn jî dibin hedef
  • Desthilatdariya AKP’ê ne li dijî şewbê, lê belê li dijî kesên weke wan nafikire têkoşiya
  • 14 şaredariyên HDP’î hatin desteserkirin û qeyûm li şûna wan hatin tayînkirin
  • Kampanya HDP’ê ya piştevanî û alîkariyê hate krîmînalîzekirin
  • Li 84 kesî kiryarên xerab û îşkence hate kirin
  • 387 kes hatin binçavkirin, 93 kes hatin girtin
  • 13 goristan hatin xerakirin, 282 cenaze li qiraxa rê hatin veşartin
  • Li girtîgehan maske, ava germ, madeyên xwarinê û malzemeyên hîjyenê nehatin dayîn
  • Di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî li girtîgehan di nava lepên mirinê de hatin hiştin
  • Herî kêm 70 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin
  • Ji 93 fezlekeyên hatin amadekirin 84 ji wan li dijî parlamenterên HDP’ê bûn
  • Wargehên sivîlan hatin bombekirin, tenê di nava 10 rojan de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Umît Dede di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir ku di dema şewba vîrusa koronayê de îşkence û kiryarên xerab zêde bûn, qedexeyên derketina derve ji bo tundiya polîs û nobedaran weke hincet hate bikaranîn û ragihand ku di dema şewbê de tevî ku hikûmetê mayina li malê ji bo mirovan teşwîq dikir, lê belê operasyonên destgîrkirinê ranewestand.

Di civînê de hate diyarkirin ku ji 387 mirovên di vê demê de bi rengekî nehiqûqî hatin destgîrkirin 93 jê hatin girtin.

Li ser rewşa li girtîgehan Umît Dede ragihand ku AKP’ê jiyan bêhtir li girtiyan tengav kiriye, pêwendiya bi derve re, her wiha serdana xizmên girtiyan û parêzeran bi temamî ji holê rakiriye.

Umît Dede destnîşan kir ku li gel astengkirina çalakiyên civakî yên girtiyan, her wiha rojname û pirtûk jî ji wan re nehatiye dayin û pêşî li tedawiya girtiyên nexweş hatiye girtin.

Rewşa girtîgehan

Di civînê de Umît Dede bi bîr xist ku di serî de girtiyên siyasî bi sed hezaran girtî di nava lepên mirinê de hatin hiştin û wiha got: “Rojnamevan, xwendekar, parêzvanên mafên mirovan, girtiyên di ser 65 salî re, girtiyên nexweş, jinên bi zarok û siyasetmedarên kurd bûn hedefa cihêkariyeke mezin. Di vê demê de 3 girtiyên nexweş nehatin berdan, lewma jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan girtî jî bi vîrûsa koronayê ketin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku vê demê polîtîkayên şer girantir bû û ev tişt hate diyarkirin: “Polîtîkaya şer a ku desthilatdarî li herêmê dimeşîne neguherî. Li herêmên ku kurd lê ne qedexeya derketina, derve, ragihandina herêmên bi ewlekariya taybet û leşkerî, şewitandina daristanan, kuştina sewalan, astengkirina çêrandina heywanan, serdegirtina malan, îşkenceyên hatin kirin, careke din nîşan da ku desthilatdarî polîtîkayên salên 1990’î dubare dike.”

Sivîl jiyana xwe ji dest dan

Di daxuyaniyê de êrîşên li ser başûrê Kurdistanê jî hatin bibîrxistin û wiha hate domandin: “Li aliyê din li Herêma Kurdistanê ya Federe operasyona leşkerî dest pê kir û bombardûman li warê sivîlan hate kirin. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, tenê di navbera 17 û 27’ê hezîranê de herî kêm 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Fîlîz Kerestecîoglû jî destnîşan kir ku ew parvekirina van kiryarên binpêkirina mafên mirovan girîng dibînin û wiha got: “Hêviya me ya ji bo avakirina welatekî demokratîk, wekhev, azadî û aştiyane mîna duh îro jî heye.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar