Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê malbatên li ber avahiya xwe vexwend meclisê

Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay gelek mijarên di rojevê de nirxand. Kubîlay diyar kir Tirkiye hê jî bi destûra bingehîn a Darbeya 12’ê Îlonê ve tê birêvebirin. Kubîlay got ku AKP bi tayînkirina qeyûman re jî dixwaze rejîma yekzilamî ava bike. Kubîlay herî dawî jî bang li malbatên li ber avahiya HDP’ê kir û vexwendin meclisê

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li Navenda Giştî ya HDP’ê der barê mijarên di rojevê de civîna çapameniyê li dar xist. Di civînê de Kubîlay di serî de qala teqîna li Pasûr a Amedê kir û bûyer şermezar kir. Kubîlay xwest ku têkildarî mijarê demildest lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin û ji rayedaran xwest berpirsên wê derxin holê.

Gunay Kubîlay bal kişand ser operasyona li dijî HDP’ê ya piştî teqînê û diyar kir ku li cihê ku lêpirsîneke bibandor bidin destpêkirin, bi êrîşkirina endamên partiya wan re hewl didin mijarê berevajî bikin. Kubîlay, zarokê bi navê Efe Tektekîn ê di 6 saliya xwe de di bin tekerên wesayîta zirxî ya polîsan de hatiye pelçiqandin û qetilkirin jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Par jî bapîrê Efe, bi TOMA’yê hatibû kuştin. Sedema van kuştinan encama polîtîkaya şer e.”

Darbeya 12’ê Îlonê

Kubîlay piştre jî qala salvegera Darbeya 12’ê Îlonê kir û da zanîn ku ev 39 sal in feraseta darbekarên 12’ê Îlonê li Tirkiyeyê didome û wiha pê de çû: “Tirkiye bi destûra bingehîn a darbeye tê birêvebirin. Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye da ku Tirkiye bi awayekî demokratîk bê birêvebirin.”

‘Dixwazin rejîma yekzilamî ava bikin’

Di berdewamê de jî Kubîlay destnîşan kir ku piştî hilbijartina 31’ê adarê êrîşên li dijî partiya wan bênavber didomin û wiha derbirî: “Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin û meclisên me betal kirin. Dixwazin li şûna şaredariyên me, rejîma yekzilamî û dagirkeriyê ava bikin. Temamiya van jî bi fermana Soylu û Erdogan qewimîn. Dixwazin HDP’ê ji rêveberiya xwecihî bi temamî tasfiye bikin. Divê tu partiyên muxalîf neyên lîstika AKP-MHP’ê.”

Malbatên li ber avahiya HDP’ê

Der barê çalakiya malbatan li ber avahiya HDP’ê jî Kubîlay ev tişt anî ziman: “Daxwaza malbatan a li ber partiya me daxwazeke mafdar e. Em naxwazin xwîn ji tiliya tu kesî bê. Bila rê li pêşiya aştiyeke civakî û mayînde vekin da ku her kes vegere malên xwe. Helwesta me ya di vir de pir zelale. AKP-MHP qala geşkirina şer dikin. Ger ku îro ciwan jiyana xwe ji dest bidin, berpirsê vê ew kesên pirsgirêka kurd çareser nakin in. Em weke HDP’ê li gel hemû malbatan in. Lê muxatabê resen dewlet û kesên dewletê birêve dibin in.”

‘AKP’ê daxwaza avakirina heyetê red kir’

Herî dawî jî berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay wiha got: “Ji bo leşker û polîsên ji hêla PKK’ê ve hatine girtin, xwest ku heyetek bê avakirin. Lê AKP’ê daxwaza me red kir. Em careke din dubare dikin; ger îktîdar astengiya nederxîne û soza mîsogeriyê bide, dikare heyeteke ji nûnerên saziyên mafên mirovan pêk tê bê avakirin. Ji bo vê divê bi lezgînî gav biavêjin. AKP bi hemû derfetên xwe bi rojane HDP’ê reş dike. Em nêzikatiya AKP’ê ya li hemberî dayikan di nêzîkatiya li hemberî Dayikên Şemiyê de dizanin. Em bang li Erdogan dikin; hûn di serî de soza ku we dabû Dayika Berfo bicih bînin. Bi vê wesîleyê em bang li malbatên li ber HDP’ê dikin û vedixwînin meclisê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar