Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘HDP’ê namzet diyar nekir lê ev nayê wê wateyê destek bidin Kiliçdaroglû’

Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel, derbarê aşkerenekirina namzetê Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo serokkomartiya Tirkiyê de got: “HDP'ê namzet diyar nekir lê ev nayê wê wateyê destek bidin Kiliçdaroglû.”

Doh Tifaqa Ked û Azadiyê bi daxuyaniyek ragihand ku ew ê di hilbijartinê de namzet ji bo serokkomartiyê nîşan nedin. Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayip Temel derbarê biryara Tifaqa Ked û Azadiyê de ji Rojnews re axivî.

Tayîp Temel da zanîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê ji beriya erdheja 6’ê sibatê gotibûn ku ew ê namzetê xwe ji bo serokkomartiyê diyar bikin û wiha got: “Lê piştî erdhejê ku karesatek mezin bi serê gelê me de hat, me dît ku desthilata AKP-MHP dijminê gelê me ye û dijayetiya gel, xak, xweza û jinan dike. Her wiha dijayetiya demokrasî û dadgeriyê dike. Me di vê karesatê de dît ku ew dijayetiya hemû nirxên mirovahiyê dikin.”

Temel got: “Piştî vê bûyerê, gelê me û dostên me yên demokrasîxwaz daxwaz ji me kirin ku em carek din biryara xwe ya di derbarê hilbijartinê de binirxînin. Li ser vê bingehê me siyaseta xwe guherî. Em têgihiştîn ku divê hevsengiya siyasî li Tirkiyeyê û rewşa desthilatdar a faşîst ji nûve binirxînin. Ji bona vê jî me li gel aliyên din ên di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de axivî û gihiştin wê encamê ku li dijî Erdogan bi yek namzetî tevlî hilbijartinê bibîn.”

Derbarê biryara aşkerenekirina namzet ê Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo serokkomartiya Tirkiyê Temel got: “Diyarnekirina namzet li dijî desthilatdariya faşîst, ji bo bihêzkirina xeta sêyeme. Ji bo hilweşandina rejîma Erdogane. Hîna me aşkere nekiriye em ê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin yan na. Lê hevdîtina me ya li gel de gelek erênî derbas bû. Em dixwazin ji niha û şûnde axaftin û kiryarên wî bibînin. Piştre ger me biryar da, em ê bang li gelê xwe bikîn ku dengê xwe bidin Kiliçdaroglu.”

Têkildarî mercên Tifaqa Ked û Azadiyê ya ji bo piştgirî bidin namzetê serokkomariyê, Parlementerê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel wiha got: “Em ne desthilata Erdogan nejî ya berî Erdogan dixwazîn. Em dixwazin Tirkiyeyek demokratîk ava bibe. Pirsgirêka kurd çareser bibe û êdî êrîş li ser destkeftiyên gelê me çênebin. Ji hemûyan giringtir, di zûtirîn dem de tecrîd were şikandin. Ev mercên me yên ji bo piştgirîdayîna her namzetek yê serokkomariyê ne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar