Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HDP’ê namzetên xwe da nasîn: Pêşeroj ya me ye

HDP’ê bi tevlêbûna hevserokên giştî Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, li Salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyasê namzetên xwe yên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî da nasîn. Di danasînê de Buldan û Temellî axivîn û çalakvanên greva birçîbûnê silav kirin

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), namzetên hevşaredarên bajar û navçeyan ên bakurê Kurdistanê yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî, li salona Konferansê ya Ayaz Elegance ya Peyas a Amedê bi civînekê dan nasîn. Polîsan duh bi ser salonê de girtibû û pankart û dowîzên li salonê kom kiribûn. Îro jî polîsan beriya civînê salon dorpêç kiribûn. Lê dîsa jî ligel namzetan girseyeke mezin tev li civîne bû.

Di ketina salonê de bi zaravayên kurdî û 4 zimanan “Ya Me Ye” “Hûn bi xêr hatin” hatibû nivîsandin. Li salonê jî pankartên “Roja yewîtî yê ma yo”, “Afrîn axa kurdan e warê gelan e ya me ye”, “Ma nêdanî ma do bîgî yê ma yo”, “Li dijî tecrîdê azadî ya me ye”, “Li dijî gaspê îrade ya me ye”, “Berxwedana zindana ya me ye”, “Serkeftina jinê ya me ye”,  “Tenê nabe bi hev re, rêveberî ya me ye”, “Azadiya jinê azadiya civakê ye, ya me ye”, “Dest bidin hev, welatê arî ya me ye”, “Cinî vanî hînî bes o azadî yê ma yo”, “Li dijî dîktatoriyê demokrasî ya me ye” û “Em nadin em ê bistînin şaredarî ya me ye’ hatibîn daliqandin.

Kesên tev li danasînê bûn

Di civînê de hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, hevserokê KCD’ê û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, hevserokê giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan, hevserokê SYKP’ê Cavît Ugur, serokê giştî yê Partiya Şoreşger Ozgur Oran, hevberdevka HDK’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, serokê giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, Wekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan û Ayhan Bîlgen û wekîlên HDP’ê, hevserokên Mala Gel Dilşat Aktaş û Nûrî Gunay, serokê KDP-Tirkiye Mehmet Emîn Kardaş, serokê giştî yê PDK–Bakur Sertaç Bucak, endama Meclisa Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Emel Çîftyurek, serokê partiya Azadî û Mirov Ahmet Kaya û li ser navê DDKD’ê Halîm Îpek, Dayikên Aştiyê, hevserokê gişti yê KESK’ê Mehmet Bozgeyik û nûnerên saziyên civakî amade bûn. Her wiha hevşaredarên ku AKP’ê qeyûm li şûna wan tayîn kirin ên DBP’ê jî amade bûn. Namzetên hevşaredariyan ên jin, bi piranî bi cilên xwe yên gelêrî tev li civînê bûn.

Bi dirûşman Guven silav kirin

Hevserokên giştî yên HDP’ê dema ku ketin salonê, bi tilîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Danasîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî beşdaran bi yek dengî ji bo piştevaniya çalakiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 78 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye, dirûşma ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin û çêpik lê dan.

Peyama Çîftyurek hate xwendin

Di civînê de xebatên rêveberiyên hilbijartina demokratîk yên ji 1978’an heta 2014’an hatin pêşandan. Di sînevîzyonan de cerebeyên şaredariyê yên ji HEP’ê heta DBP’ê yên tevgera siyaseta kurd hate vegotin. Ji ber ku serokê giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek nekarî tev li civînê bibe, peyamek şand û beşdar silav kirin. Çiftyurek got ku di wê baweriyê de ye ku dê pêkve biserkevin.

Buldan çalakvan silav kirin

Piştre jî hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û beşdar silav kir. Buldan bal kişand ser çalakiya Leyla Guven û wiha dom kir: “Birêz Leyla Guven 78 roj in li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan di greva birçibûnê de ye. Ez ji vir wê silav dikim. Ji bo wekhevî, edalet û azadiya siberojê 78 roj in li ber xwe dide. Ez hemû çalakvanên grevê bi hurmetî silav dikim. Ala ku Leyla Guven bilind kiriye ala me tevan e. Daxwazên wê daxwazên me tevan e. Soza wê soza me tevan e. Kesên li ber xwe didin dê bi ser bikevin. Teqez em dê bi ser bikevin.”

Bal kişand ser tifaqa kurdistanî

Di berdewamê de jî Buldan got ku ev namzet, namzetên gel in û wiha domand: “Gelê kurd destûr nade xespkirina mafan. Gelê me dê li vîn, nasname û dengê xwe xwedî derkeve. Wekî 7’ê hezîranê, 1’ê mijdarê û 24’ê tîrmehê dê dîsa hemû lîstikan pûç bike. Tifaqa me ya bi partiyên kurdistanî re, pir girîng û watedar e. Em ji îro û şûnde namzetên xwe emanetî gel dikin. Gelê kurd dê bi ser bikeve. Jin ciwan û her kes dê bi ser bikeve.”

‘Bi tecrîdê re aştî tê tecrîdkirin’

Hevsrokê gişti yê HDP’ê Sezaî Temellî di serî de çalakiyên greva birçîbûne silav kir û got ku Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan, aştî, demokrasî, edalet û azadiyê ketiye greva birçîbûnê. Temellî diyar kir ku divê tecrîd bi dawî bibe û wiha pê de çû: “Tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, tecrîda li ser aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Desthilatdariya zalim ji bo ku kursiya xwe winda neke, di şer û tecrîdê israr dike. Dixwaze gelan bi hev bide şerkirin. Ji bo vê jî dengê birêz Ocalan qut dikin. Em jî divê di her kêliyê de li berxwedana Leyla Guven xwedî derkevin. Gelê kurd 31’ê adarê wke referandumê dibîne. Ew roj, roja hesabpirsîna ji qeyûman e. Ew roj, roja hesabpirsîna ji AKP-MHP’ê ye.”

‘Pêşeroj ya me ye’

Temellî daxuyand ku tifaqa AKP-MHP’ê jî dê di 31’ê adarê de biçe nava sergoya dîrokê û wiha bi dawî kir: “Em ê hemû tiştên aydê xwe, paşve bistînin. Em ê rêveberiyê ji destê qeyûm derxînin û bidin gel. Li dijî xespkirina vînê, talan, wêrankirin, bênasnameyê, nelirêtiyê, înkar û îmhayê, pişaftina ziman û çandê, em tekoşîna demokrasiyê didin. Em ê mafê ked, doz, bawerî, rûmet, huner, gund, baxçe û bazaran bi evînekî mezin biparêzin. Em ê parastina Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava bidomînin. Ji ber vê yekê em dibejin Ya Me Ye. Li dijî zilmê, berxwedan ya me ye. Li dijî şer, aştî ya me ye. Bajar ya me ye, pêşeroj ya me ye, azadî ya me ye. Em ê tecrîdê bişikînin.”

Sînevîzyon hat pêşkeşkirin

Piştî axaftinan, sînevîzyona berxwedana girtiyan a sala 2012’an û 2016’an a ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê, Buldan û Temellî yek bi yek bi hemû namzetan re wêne kişand û namzet dan naskirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar