Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HDP’ê plansaziyeke çalakiyên cihêreng amade kiriye

Parlementera HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku li dijî şaredariyên HDP’ê qeyûm hatine tayînkirin û anî ziman ku wê xebatên wan ên ji nû ve avakirina demokratîkbûnê bidome. Kûrtûlan  wiha got: “Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye.”

Xwepêşandanên şermezarkirinê yên li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê bê navber dewam dikin. Bi biryara MYK’ê ya asayî ya HDP’ê hemû parlementer berê xwe dan van sê bajaran. HDP ji bo nexşerêya ji niha û şûnde bê şopandin dê di 10’ê îlonê de dîsa bicive. Dê rojeva MYK a HDP’ê desteserkirina qeyûm û tifaqa demokratîk be.

Parlementera HDP’ê Fatma Kûrtûlan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku polîtîkayên hikumetê bi dawî bûye û ji bo bêhnekê bistîne êrîşî kurdan dike. Kûtûlan anî ziman ku li Wanê, Amed û Mêrdînê gel li kolanan in, bi taybet jin li kolanan in. Kûrtûlan da zanîn ku hikûmet tim serî li rêyên tundî û zextê dide û rêyeke demokratîk a hikumetê nîne. Kûrtûlan wiha got: “Vê dibînin û ev çend sal in, modela rêveberiyên xwecihî yên partiya me li dijî hişmendiya şaredariyên rantê û yekparêziya li Tirkiyeyê bûye alternatîf. Modeleke demokratîk û civakparêzî ye. Mekanîzmayeke ya ku li her qada civak xwe azad îfade bike ye.”

Kûrtûlan bal kişand ser çalakiyên li dijî qeyûman ên ku rojên pêş bikevin meryetê ev tişt got: “Ji bo çalakiyên cihê reng dê di 10’ê îlonê de MYK a HDP’ê bicive. Divê şaredariyên me li gel bê vegerandin. Ev daxwaza gelê me û biryardariya gelê me ya di vê mijarê de diyar e. Me plansaziyeke ya cihêreng a çalakiyan amadekiriye. Xebateke me ya li her qadê li ber xwe bide û bi rêxistinên girseyî yên dmeokratîk, jin û her kesê re ava bike heye.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar