Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

HDP’ê rapora îşkenceya li girtîgehan aşkera kir

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, bi raboreke berfireh kiryarên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de ne aşkera kir

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê, parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başran, rewşa dawî ya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî çalakgeran aşkera kir.

Başaran bal kişand ser berxwedana li dijî tecrîda li Îmraliyê û destnîşan kir ku Leyla Guven 118 roj, Nasir Yagiz 105 roj, zêdeyî 330 girtî 80 roj, aktîvîst û siyasetmedarên li Strasboûrgê 79 roj, Îmam Şîş 79 roj in di greva birçîbûnê de ne. Başaran diyar kir ku li welat û derveyî welat bi sedan kes ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û îşaret bi kiryarên li derveyî hiqûq û mirovahiyê kir yên li dijî girtiyên di greva birçîbûnê de ne tên kirin.

Başaran anî ziman ku girtiyên bi navê Cîhan Tamûr û Şahîn Oncu yên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê tên girtin, ji 16’ê kanûna 2018’an ve di gerva birçîbûnê de ne û wiha got: “Mafê wan ê sohbetê ji holê hat rakirin, rojnameyan nadin wan, aktîvîteyên wan ên civakî hatine astengkirin û radyoyên wan hatine komkirin.”

Başaran anî ziman ku êşa li dev, diran, mîdeyê li wan rû daye, bi zehmetî dimeşin, li pêşberî deng û bêhnê hesas bûne, dest û lingên wan ditevize, birîn li destên wan rû dane û car carna xwîn ji bêvila wan tê.

‘Karbonat, vîtamîna B nadin çalakgeran’

Başaran diyar kir ku ji bo berxwedêrên li Girtîgeha Tokatê karbonat nayê dayin, lêpirsîna dîsîplînê li wan hatiye vekirin, cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan li wan ahtiye birîn, meheke rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan, bi rengekî kêfî lêgerîn li qawîşên wan tê kirin, malzemeyên wan ên paqijiyê hatine desteserkirin û piştî destpêkirina grevê bi çalakger Zekî Temel re di mîzdankê de enfeksiyonê rû daye. Başaran got ku ji bo Zinar Demîr ê li Girtîgeha Osmaniyeyê ku 5’ê çileya 2019’an dest bi greva birçîbûnê kir, vîtamîna B a ku pêwîstî pê heye, nayê dayin.

Astengiya kantînê

Li gorî rapora ku ji aliyê Başaran ve hat parvekirin, li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kirikkaleyê ji bo girtiyên ku ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ne karbonat, ava fêkî, vîtamîna B nayê dayin û destûr nayê dayin ku girtî ji kantînê an jî revîrê van pêwîstiyan werbigirin. Li kantînê, ava fêkî û çayên fêkî yên girtiyên di grevê de ne dikarin vexwin, ya qet nîne ya jî kêm hene.

Lêpirsînên dîsîplînê, cezayên kêfî

Li gorî raporê, li Girtîgeha Girtî Tîpa F a Kirikkaleyê, 12’ê sibata 2019’an radyo hemû hatin komkirin û tevî lêpirsîna dîsîplînê mafê girtiyên di grevê de ne yê ji bo sohbet û beşdariya li aktîvîteyan tê astengkirin.

Li gorî raporê, ji çalakgeran Îsmet Akin xwîn ji birîna wî ya vekirî diçe, hişê wî diçe, ber çavên wî reş dibe, nikare razê, ji nişka ve êşeke giran dikeve serî, li pêşberî deng û bêhnê gelekî hesas bûye.

Hate ragihandin, li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 ya Kayseriyê, 5 girtiyên ji 5’ê çileya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ne gelek kîlo li xwe kêm kirine, bêhal bûne, êşa serî li wan giran bûye, nikarin konsantre bibin û heta niha ji aliyê tu doktorî ev nehatiye kontrolkirin. Di raporê de hate gotin ku li çalakgeran lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin, cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn û radyo û rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan.

Astengiya li pêşiya dayina rojname û radyo

Di raporê de hate ragihandin, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê lêpirsîna dîsîplînê li çalakgeran hatiye vekirin, mehekê cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn, rojnameya Yenî Yaşamê nadin wan. Her wiha radyo jî belasebep nayê dayin.

Li gorî raporê, li Girtîgeha Baybûrtê ji girtiyên ku ji 5’ê çileya 2019’an ve di greva birçîbûnê de ne vîtamînên B1 û B12 nayê dayin û girtî car caran li hucreyên yek kesî tên hiştin. Li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê, 3 girtiyên ji 20’ê çileya 2019’an ve di grevê de ne ji qawîşan hatine derxistin û li qawîşeke teng û bê ranza hatine bicihkirin. Kesek li ber wan nîne, lewma bi tena serê xwe bi zorê pêwîstiyên xwe bi cih tînin. Li Girtîgeha Girtî Tîpa E ya Çankiriyê, lêpirsîna dîsîplînê li girtiyên di grevê de ne hatiye vekirin, ji bo peydakirina karbonat û kontrola doktoran rêveberiya girtîgehê astengiyan derdixîne.

Ava li Sîncanê gemarî ye

Di raporê de işaret bi çalakgerên li Girtîgeha Jinan a Girtî ya Sîncan a Enqereyê hate kirin ku ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ne û hate gotin ku li 3 girtiyên di grevê de ne êşa serî, bêhalî, êşa mîdeyê, hesasiyeta li pêşberî deng rû dane û gelek kîlo li xwe kêm kirine. Di raporê de hat ragihandin ku ava ji girtiyan re tê dayin jî gemarî ye û bêhna genî jê tê.

Di dewama raporê de hate gotin, li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîcanê, li girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê kirin piştî 10 rojan cezayê dûrxistina ji aktîvîteyan hatiye birîn û bêyî encama îtirazê diyar bibe, cezayê dîsîplînê hatiye birîn. Hate gotin, pêşî li girtiyên di grevê de ne tê girtin ku xwê, şekir, karbonat, çay, ava fêkî, çaya fêkî ji kantînê peyda bikin.

‘Rewş tirsnak e’

Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran di dawiya daxuyaniyê de ev tişt ragihand: “Rewşa heyî nîşan dide, ger tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Girava Îmraliyê bi dawî nebe, dê grevên birçîbûnê zêde dibin û xisareke giran rû bide. Ger ên ku welêt bi rê ve dibin vê rewşa tirsnak ji nedîtî ve bên, dê baweriya bi jiyana bi hev re û hêviya bi aştiya mayînde zerarê bibîne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar